Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî pêngaveke rakirina mînan li deverên gundewarî yên Nînewayê dest pê dikin

Pêngavek hat destpêkirin bo rakirina bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji deverên çandinî li derdora Mûsilê, bi taybetî li devera Deşta Nînewayê, Fermandarîya Operasyonên Nînewayê Çarşemê (20ê Adarê) ragihand.

DAIŞê mîn, bombeyên bidestçêkirî û teqemenî li pey xwe hiştine bo ziyana herî dijwar bighêje sivîlan û hêzên ewlekarîyê.

"Hêzên Firqeya Endazyarî ya Yekem û yekîneyên dijî teqemenîyan dest bi paqijkirina dora 10 kîlometran ji sazîyên çandinîyê ji teqemenîyan kirin," fermandar Necim Edîn Kerîm Cibûrî ji Diyaruna re eşkere kir.

Cibûrî daxuyand ku ev di çarçoveya qonaxa yekem a operasyonê de tê, ya bi armanc paqijkirina hemû deverên çandinî li Nînewayê ji mîn û teqemenîyên ku DAIŞê li pey xwe hiştine dest pê kir.

"Kesên bêguneh bi van teqemîyan hatin kuştin, û em aniha hewl didin ku wan bi temamî ra bikin, bi hevkarî ligel hevpeymanîya navdewletî, bo berdestkirina aramîyê û ewlehîyê li deverên Nînewayê," wî teqez kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500