Hêzên Îraqî operasyonek li çend deverên li Mûsilê pêk anîn, ku di encamê de sê endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatin girtin, Fermandarîya Operasyonên Nînewayê Çarşemê (26ê Kanûna Yekem) ragihand.
"Terorîstek bi navê Wîsam Elî û du kesên terorîst ên din di destê hêzên ewlekarî de ne," fermandar Necimedîn Kerîm Cibûrî ji Diyaruna re eşkere kir.
"Girtin li çend deverên Mûsilê û gundewarên wê hatin pêkanîn li ser bingeha agahîyên hewalgirî û çavdêrîkirina tevgerên terorîstan, ên ku nav û nasnameyên sexte bi kar tanîn," wî got.
Wî got ku gumanbaran çend tawan kirine di dema dagirkirina Mûsilê de ji alîyê DAIŞê ve.
"Dest li ser çekan û CDyekî barkirina agahîyan di operasyonê de hat danîn," Cibûrî daxuyand.