Nûçeyên Iraqê

12 endamên DAIŞê li Mûsilê hatin girtin

Hêzên Îraqî 12 endamên "Dewleta Îslamî" girtin di operasyoneke nişkî ya berfereh de li rojavayê Mûsilê, Fermandarîya Operasyonên Nînewayê îro Pêncşemê (31ê Gulanê) got.

Ew hatin girtin ji ber gelek tawanên girêdayî DAIŞê yên di çend salan de hatibûn encamdan, Fermandarê Operesyonên Nînewayê Necmedîn Kerîm Cibûrî ji Diyaruna re got.

Tawanbaran xwe veşartibû, wî got "lê dawî di operasyonê de hatin girtin, operasyona ku li ser bingeha agahîyên hewalgirî li rojavayê Mûsilê hat pêkanîn".

Wî got ku wan di operesyonê de dest danî ser şeş kemerên teqîner, du bombeyên xwecihî çêkirî, 11 tifink û pênc teqînên bidestçêkirî.

Hevahengîya welatîyan bi hêzên ewlekarîyê re alîkarî bi awayekî mezin kir di jihevxistina şaneyên DAIŞê de li Mûsilê, Cibûrî anî ser ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500