Nûçeyên Iraqê

Şeş terorîstên gumanbar li Nînewayê hatin girtin

Şeş kesên gumanbar ên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Mûsilê hatin girtin li ser bingeha agahiyên ku ji aliyê nişteciyan ve hatin pêşkêşkirin, Fermandarê Operasyonên Nînewayê Necimeddîn Cibûrî roja Înê (22 Kanûna Yekem) got.

"Li ser bingeha agahiyên ku ji aliyê nişteciyên xwecihî ve hatin pêşkêşkirin û bi piştgiriya hewldanên istixbaratî, artêşê şeş endamên xwestî yên DAIŞê di operasyonên lêgerînê yên berfireh li taxên Temûz û Wehdayê girtin," Cibûrî ji Diyaruna re got.

"Hêzên artêşê çekên sivik bi girtiyan re dîtin, di nav wan de demanceya endamekî ewlekariyê bû ku berî çend mehan hat kuştin," wî anî ziman.

"Operasyonên girtina endamên DAIŞê yên mayî li Mûsilê berdewam in bi saya alîkarîya di navbera nişteciyên xwecihî û hêzên ewlekariyê de," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500