Nûçeyên Iraqê

Hêzên Sûrîyaya Demokratîc DAIŞê ji asêgehekê li rojhilatê Sûrîyayê derdixe

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) dest danîn ser asêgeha "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Hecînê Înê (14ê Kanûna Yekem), ev jî pêşketineke mezin di operasyona nehiştina rêxistinê de li rojhilatê Sûrîyayê, li gorî AFP.

Hevbendîya Kurdî-Erebî Hecîn, bajarokê herî girîng di dawîn molgeha DAIŞê li rojhilatê welat, ewle kir, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

"Piştî hefteyekê ji şer û êrîşên asmanî yên dijwar, QSD karî DAIŞê ji Hecîn derxîne," serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman wiha got.

Wî got ku operasyon di berbangê de qedîy, rojekê paş pêkanîna QSDê ji pêşketineke mezin re li bajarokê herî mezin li hewza Feratê.

Pêncşemê, dawîn çekdarên DAIŞê xwe di toreke tunêlan de asê dikir û li tixûbên Hecîn cih digirtin, li rojhilatê parêzgeha Dêra Zorê, 30 kîlometreyan dûrî sînorê bi Îraqê re.

Devera ku li jêr kontrola DAIŞê ye bi "devera Hecînê" tê naskirin, dawîn devera ku di dest rêxistinê de maye paş ku wê rûberên berfireh li Sûrîya û Îraqê kontrol dikirin.

Çekdarên DAIŞê Înê vekişiyan çeperên xwe yên li rojhilatê Hecînê û Sûsê û Şîfa, her du bajarokên serekî yên din li devera li jêr kontrola wan li hewza Feratê.

Li gorî Ebdul Rehman, dora 17,000 şervanên QSD di operasyonê de beşdar in, operasyona ku di 10ê Îlonê de hat destpêkirin bo derxistina DAIŞê ji dawîn asêgeha wê.

Herî kêm 900 endamên DAIŞê û 500 şervanên QSD di şer û pevçûnan de hatine kuştin, li gorî Rewangehê.

Tev beşê Hecînê yê li jêr kontrola wê, hebûna DAIŞê li Badîyaya Sûrî (biyabanê) heye, û herwiha gelek şanên wê yên razayî li Îraq û Sûrîyayê hene bo pêkanîna êrîşan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500