Nûçeyên Iraqê

QSD berevanîyên DAIŞê li rojhilatê Sûrîyayê têk dibe

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) Pêncşemê (13ê Kanûna Yekem) bi kûrahî derbasî Hecînê bune, bajarokê serekî li dawîn devera li jêr kontrola "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li rojhilatê Sûrîyayê, li gorî AFP.

Hevbendîya Kurdî-Erebî bi piştevanîya êrîşên asmanî yên hevpeymanîya navdewletî, hêzên xwe li seranserê bajarokê li Hewzê Feratê bi cih kirine.

"QSDê karî berevanîyên DAIŞê bişkîne paş komkirina hejmareke mezin ji şervanan bi piştevanîya hevpeymanîya navdewletî," Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand.

"Ew bi awayekî xurt li nava Hecînê bi pêş ketin, Hecîn jî mezintirîn bajarokê li jêr kontrola DAIŞê bû," serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman ragihand.

QSDê di medyaya civakî de ragihand ku wan "navenda bajarê Hecînê û mizgefta mezin rizgar kirine".

Hecîn dikeve ser berava rojhilatî ya Feratê, li parêzgeha Dêra Zorê, dora 30 kîlometran dûrî sînorê bi Îraqê re.

QSDê operasyoneke berfireh di Îlonê de dest pê kir bo derxistina DAIŞê, lê pêşketina wan bi asteng û rêgiran hat hêdîkirin.

"Aniha hebûna DAIŞê bi tenê li tixûbên bajêr û di tunêlan de heye," Ebdul Rehman got.

"Şerê li ser erdê û erîşên asmanî dewam dikin. Mayînên ku cîhadîyan çandine astengeke serekî ne," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500