Nûçeyên Iraqê

Îraq lêpirsînê derbarê têkçûna milyonên dolaran de bi sedema baranê vedike

Dê parlemanê Îraqî lêpirsînê veke li dor çawanîya têkçûyîna şeş milyon dolarî ji pereyên xwecihî di bankên giştî de ji ber barana xurt, AFP Sêşemê (13ê Mijdarê) ragihand.

Ev biryar piştî derketina birêvberê Banka Navendî Elî Elaq bi rojekî li beramberî parlemanteran daku bersiva pirsên derbarê gelek babetan de bide hat, di nav de babeta berî pênc salan.

"Di dawîya 2015an de, xezîneyên Banka Rafîdeynê bi baranê tijî bûn wê çaxê, ku di encamê de zîyan gihaşt fatûreyên embarkirî li wir," Elî Elaq got.

"Ew dora heft bilyon dînar dikirin (6 milyon dolar)," Elaq, yê ku wê çaxê hîn ne parêzgar bû, wiha got.

Wî got ku Banka Navendî ji nû ve pereyên kêm çap kirin, û ji ber ku pere nehatin belavkirin "têkçûna" rastîn ya bi tenê buhayê çapkirinê bû.

Xûyay e ku şiroveyên wî, yên ku di rûniştineke parleman de ku şeş demjimêran hatin, nikarîn parlemantarên Îraqî dilnîya bikin.

Vê babetê agir li Îraqê gur kir, ji ber ku gendelîyê, kompanîyên sexte û karmendên hikûmetê yên "sexte" dora $228 bilyon dolarî ji 2003an ve ji perên Îraqê wenda kirine, li gorî parlamanê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500