Topbarankirinên ji hêla hêzên hikumeta Sûrîyayê îroj Înê (2yê Mijdarê) heşt kes kuştin, di nav de bi kêmanî 5 sivîl, li devereke ku vê dawîyê agirbestek lê tê encamdayîn, AFP ragihand.
Herêmeke bê-çek ji hêla opozîsyona ku Turkîyayê piştgirîya wê dike û Rûsîyaya alîgira rejîma Sûrîyayê ve di Îlonê de hat ragihand bo veqetandina navçeyên li jêr kontrola hêzên hikumetê û yên li jêr destê çekdarên opozîsyonê, li dawîn asêgeha wan a li parêzgeha Idlibê û deverên derdora wê.
Bombebarankirin bi awayekî bi navber berdewam kir, û roja Înê pêline tundîyê yên herî nebaş ji çaxa ku rêkeftin çêbûye qewimîn, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand.
Bombebarankirinê başûr-rojhilatê parêzgeha Idlibê armanc kir, li nêzî bajarokê Cercenazê, serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman got.
Ramî anî ziman ku heşt kes di bombebarnkirinê de hatine kuştin, di nav de zarokek û çar sivîlên din, ş da zanîn jî ku nêzî 20 kesan birîndar bûne
Herî kêm heft sivîl li herêma bê-çek hatin kuştin di rewşên hevşêwe de roja 26ê Cotmehê.