Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Êrîşên asmanî 8 kesan li Idliba Sûrîyayê dikujin, Turkîya û Fransa banga rawestadina şer dikin

AFP

Endamên Berevanîya Sivîl a Sûrî (Xûzeyên Sipî) yek ji qurbanîyên êrîşeke asmanî ya Rûsî hildigirin, êrîşa ku li gundê Cebala li başûrê herêma Idlibê roja 2yê Mijdarê dabû. [Ebdul Ezîz Ketaz/AFP]

Endamên Berevanîya Sivîl a Sûrî (Xûzeyên Sipî) yek ji qurbanîyên êrîşeke asmanî ya Rûsî hildigirin, êrîşa ku li gundê Cebala li başûrê herêma Idlibê roja 2yê Mijdarê dabû. [Ebdul Ezîz Ketaz/AFP]

Herî kêm heşt kes di nav de pênc zarok Sêşemê (24ê Kanûna Yekem) hatin kuştin di êrîşên asmanî yên Rûsî de yê li bakurê rojavayê Sûrîyayê, û Fransa û Turkîya banga rawestandina tunûtûjîyê kirin, ya ku bi dehên hezarên sivîlan neçar kirine ku birevin.

Rejîm û Rûsya parêzgeha Idlibê ya ku bi piranîya xwe li jêr kontrola tundrewan e ji nîvê Kanûna Yekem ve borduman dikin, ûhêzên rejîmê pêşveçûneke mezin li ser erdê pêk anîye tevî hebûn agirbestek ji meha Tebaxê ve û tevî bang NY bo rawestandina pevçûnan.

Dora 80 sivîl di êrîşên bi lêdanên asmanî û topbaranan di heman demê de hatine kuştin, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, a ku texmîn dike ku bêhtir ji 40,000 kesan di heftîyên dawî de bêwar bûne.

"Divê ev êrîş yekser bi dawî bibin," Turkîyayê Sêşemê ragihand piştî şandina şandeyekê bo Moskoyê bo nîqaşkirina rewşê.

Serokê Tehrîr el-Şam Muhemed Colanî gotara xwe ya herî dawî di vîdyoyekê de, ku di mîdyaya civakî de roja 24ê Kanûna Yekem hat belavkirin, pêşkêş kir û tê de Rûsya û Îran tawanbar kirin ku ew pêşbazîyê li ser dagirkirina Sûrîyayê dikin. [Ev wêne ji dîmeneke vîdyo hatiye wergirtin]

Serokê Tehrîr el-Şam Muhemed Colanî gotara xwe ya herî dawî di vîdyoyekê de, ku di mîdyaya civakî de roja 24ê Kanûna Yekem hat belavkirin, pêşkêş kir û tê de Rûsya û Îran tawanbar kirin ku ew pêşbazîyê li ser dagirkirina Sûrîyayê dikin. [Ev wêne ji dîmeneke vîdyo hatiye wergirtin]

Turkîyayê got ku ew bi Rûsyayê re diaxêve bi armanca gihiştin bi agirbesteke nû li şûn agirbesta meha Tebaxê.

"Em ji nêz ve vê prosesê dişopînin bo bi dawîkirina êrîşan, divê ev êrîş yekser bi dawî bibin û agirbesteke nû bikeve dewrê de," peyvdarê serokatîya Turkîyayê Brahîm Kalin di konferansekê de got. "Ev e hêvîya me ya serekî ye ji alîyê Rûsî."

Wezareta derve ya fransî bang bo "rawestandina yekser a pevçûnan" kir.

"Êrîşa serbazî ji hêla rejîma Şamê û hevalbendên wê ve qeyrana mirovî ya" li Idlibê kambaxtir dike, wezaretê di daxuyanîyekê de got.

Êrîşên asmanî yên Sêşemê yên ku gundê Cubes li nêzî bajarokê Seraqibê li başûrê Idlibê armanc kir, sivîl li dibistanekê diman kuştin, li gorî Rewangeha Sûrî.

Cihê êrîşê bû komek ji konên têkdayî û dumanê, li gorî nûçegihanekî AFP.

Hesen, ê ku di nava kavilan de sekinî bû -- yê ku li kampeke nefermî dijî -- got ku wî hewl dida biçe dema ku êrîşê rû da.

"Dema me tiştên xwe siwarî otombîlê dikirin, em rastî lêdaneke asmanî hatin," wî got.

Êrîşeke bejahî

Ajansa parastina zarokan a NY UNICEF Sêşemê tundûtûjîya li asêgeha serekî ya opozîsyonê şermezar kir.

"Zarok baca tundûtîjîya zêdebûyî li bakurê rojavayê Sûrîyayê didin," UNICEF di daxuyanîyekê de got.

Ji Pêncşemê (19ê Kanûna Yekem) ve, hêzên rejîmê bi dehan gund û bajarok li başûrî Idlibê kontrol kirine piştî şer û pevçûnên bi tundrewan re.

Di pevçûnan de 260 çekdar ji herdu alîyan hatine kuştin, li gorî Rewangehê.

Hêzên rejîmê aniha kêmtir ji çar kîlometran dûrî bajarê Maeret Numanê yê stratejî ne, serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman teqez kir.

Di daxuynîyekê de, artêşa Sûrîyayê ragihand ku wê dest danîye ser 320 kîlometrên çargoşeyî di rojên dawî de.

Ji tirsa ji pêşveçûnên hêzên rejîmê ji alîyê başûr ve, şênîy Maeret Numan bi hezaran berê xwe dan bakur û ber bi sînorê Turkîyayê ve çûn.

"Min texmîn nedikir ez dê neçar bibim bar bikim," Ebû Ehmed, yê ku serê xwe ji pîkapa ku wî û malbata wî vedughêze kampeke bêwaran der dixist.

"Ev warê min e, ez li vir mezin bûme," bavê 10 zarokan wiha got.

Alîkarîyên hiştina jîyanê

Idlib bi piranî li jêr kontrola şaxê Qaidayê yê berê li Sûrîyayê ye, wate hevbendîya tundrew a Tehrîr el-Şam.

Serokê Tehrîr el-Şam Ebû Muhemed Colanî roja Sêşemê di daxuyanîyekê de got ku şer li Sûrîyayê ne bi tenê li dijî rejîmê, lê belê li dijî Rûsya û Îranê ye jî, yên hewl didin ku welat dagir bikin.

Idlib dora sê milyon kesan vedihewîne, di nav de gelek kesên bêwar ji deverên din ên Sûrîyayê, yên ku ji ber şer revîyane.

Pêla herî dawî ya tundûtûjîyê piştî ku Rûsya û Çîn Înê biryareke Encumena Ewlekarîyê ya NY vîto kirin tê, biryara ku dê salekê dirêj bide da ku alîkarîyan di sînor re bigihîne çar milyon Sûrî, gelek ji wan li Idlibê ne.

Vê yekê tirs zêde kirin ku dibe alîkarîyên NY dabîn dike ji Kanûna Duyem de nema derbasî deverên li jêr kontrola rejîmê li Sûrîyayê bibin eger rêkeftineke nû nehat pêkanîn.

Roja Sêşemê Fransa bang li endamên Encumena Ewlekarîyê ya NY kir, bi taybetî Rûsya û Çîn, ku biryarê nû bikin.

"Aniha ji her demê girîngtir e ku NY rêya herî dîrekt û baş a gihiştina bi xelkê hewcedar biparêze bi rêya parastina alîkarîyên di sînor re," wezareta derve di daxuyanîyekê de got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500