Hêza asmanî ya Îraqî îroj Çarşemê (22ê Tebaxê) kampeke "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li biyabana Enbarê wêran kir, Fermandarîya Operasyonên Enbarê ragihand.
Hêzên bejahî operasyoneke lêgerîn û maliştinê li Wadî Ebyedê pêk anîn li biyabana Enbarê sibeha roja Çarşemê, û herwiha "çalakîyên terorî" li deverê destnîşan kirin, fermandar lîwa Mehmûd Felahî ji Diyaruna re got.
Wî got "kopterên serbazî hatin xustin bo nehiştina gefê", û da zanîn jî ku Kampa DAIŞê ya hat armanckirin du tunêl, odeyên ax, tankereke petrolê, otombîlên çar-palder û çek dihundirand."
Wî ragihand ku "kamp bi temamî hat wêrankirin û heft çekdar tê de hatin kuştin."