Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hewalgirîya Îraqî 2 şanên DAIŞê li Enbarê ji hev dixe

Xalid Taî

Du DAIŞîyên gumanlêkirî di operasyoneke ewlehî ji hêla polîsa Enbarê ya focê taktîkî de hatin girtin li biyabana parêzgehê roja 27ê Tebaxê. [Wêne ji Birêveberîya Polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Du DAIŞîyên gumanlêkirî di operasyoneke ewlehî ji hêla polîsa Enbarê ya focê taktîkî de hatin girtin li biyabana parêzgehê roja 27ê Tebaxê. [Wêne ji Birêveberîya Polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Hewalgirîya serbazî ya Îraqî endamên du şanên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li parêzgeha Enbarê heftîya borî girtin, Wezareta Berevanîyê Çarşemê (28ê Tebaxê) ragihand.

"Hêzek ji Firqeya 10an a artêşa Îraqî û Lîwaya Pîyadê ya 39an du şanên DAIŞê girtin ku bi çandin û teqandina bombeyên bidestçêkirî, kuştin û pêkanîna êrîşên çekdar li Enbarê tawanbarkirî bûn," peyvdarê wezaretê lîwa Tehsîn Xefacî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku hêza hewalgirîyê li pey wan ket û herdu şane ji hev xistin, û neh endamên wê girtin piştî ji wan re li deverên Seqlawiye û girava Xalidîyê kemîn vedabûn li rojhilatê bajarê Remadîyê.

Xefacî daxuyand ku hêzê "çek, komputer, telefon, pirtûk û belegeyên terorîstan ên der barê çalakîyên DAIŞê û operasyonên wan de desteser kirin," û da zanîn jî ku girtî li jêr madeya 4an a qanûna dijî-teror xwestî bûn.

Başbûna karê hewalgirîyê

Operasyon beşê çaran ê pêngava "Vîna Serkeftinê" ya ewlehî ye ku di destpêka vê hefteyê de hat destpêkirin da biyabana Enbarê ji paşmahîyên DAIŞê paqij bike û şanên wan ên razayî li deverên din ê parêzgehê têk bibe.

Berî operasyonê bi rojekê, hewalgirîya serbazî ya Fermandarîya Operasyonên Nînewayê şaneke DAIŞê li Mûsilê ji hev xist , li gorî Xefacî.

Xefacî anî ziman ku endamên şanê, yên li taxa Sumer û li başûrê Geyarayê hatin girtin, beşdarî gelek êrîşên terorîst ên li dijî sivîlan bûbûn, her wiha operasyonên qaçaxîya neftê jî.

Wî daxuyand ku "herî kêm çar şanên terorîst hatin jihevxistin di hefteya borî de li bajarên Mûsil û Remadîyê," ku her şanek çar heya pênc endamên DAIŞî dihundirîne û tawan li dijî kesên bêguneh kirine.

Xefacî destnîşan kir ku "jihevxistina hejmareke şane di demeke kurt de nîşaneyeke belî ya karê hewalgirîya Îraqî ye ku ew geş bûye û baş di operasyonên çavdêrî, lipeyketin û armancgirtinê de xurt bûye."

Wî dîyar kir ku hêzên Îraqî "dê nehêlin endamên DAIŞê tev bigerin," teqez kir jî ku ew dê her çavdêrîyê bikin û wan armnac bikin heya wan hemûyan "li ser kirinên wan ên hovane ceza bikin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500