Nûçeyên Iraqê

2 Êzîdîyên ku DAIŞ ew revandibûn li Sûrîyayê tên rizgarkirin

Zilamek û jineke Êzîdî ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ew revandibûn li bajarekî Sûrî hatin azadkirin, serokê Ofîsa Karûbarên Nacîyên Êzîdî li Duhokê roja Yekşemê (29ê Tîrmehê) ragihand.

"Jineke temen 18-salî û xortekî 18-salî, bi resen ji Tel Benatê, Şingalê, hatin berdan," Husên Qaidî di daxuyanîyekê de got.

"Kesên revandî hatin azadkirin piştî xebatên girîng tevî berhengarîyên pir mezin û gelekreng yên li ser zemînê," wî got, û piştrast kir ku kesên revandî gihaştine Herêma Kurdistana Îraqê.

Ji dema ku Ofîsa Karûbarên Nacîyên Êzîdî di dawîya 2014an de hatiye damezrandin, "me kariye ew zêdetir ji nîvê Êzîdîyên ku terorîstên DAIŞê ew girtibûn azad bikin", wî got, û da zanîn ku xebatên azadkirina kesên revandî yên mayî berdewam dikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500