Nûçeyên Iraqê

7 Êzêdî ji destên DAIŞê li Sûrîyayê tên azadkirin

Heft Êzîdîyên Îraqî yên ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ew di sala 2014an de revandinbûn, li deverekê li Sûrîyayê ku li jêr kontrola DAIŞê bû hatin azadkirin, Ofîsa Karûbarên Nacîyên Êzîdî Yekşemê (13ê Kanûna Duyem) ragihand.

"Du malbatên Êzîdî hatin rizgarkirin û ew vegerane Duhokê," serokê ofîsê Husên Qaidî di daxuyanîyekê de teqez kir.

"Malbata pêşîn ji çar endaman pêk tê -- dayîkek û sê zarok -- û malbata duyem ji dayîkekê û du zarokan pêk tê," Qaidî got.

Qaidî daxuyand ku ji destpêka 2019an ve, komeke din a Êzîdîyên revandî li Sûrîyayê hat azadkirin, û da zanîn ku du keçên Êzîdî gihiştine herêma Kurdistanê paş ew ji penceyên DAIŞê hatin azadkirin.

Ev yek "hêvîyeke mezin ji malbatên Êzîdî yên revandî durist dike û teqezî ye ku xebatin girîng tên meşandin bo azadkirina kesên mayî ji penceyên terorîstan bi hemû rê û rêbazên berdest", wî dîyar kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500