Hêzên Îraqî du endamên "Dewleta Îslamî" girtin dema wan hewl dida bi dizî derbasî Îraqê bibin, Wezareta Berevanîyê ya Îraqî roja Pêncşemê (17 Gulanê) got.
"Bi karkirin li ser bingeha agahîyên hewalgirî yên hûr, yîkîneyine Beşê Hewalgirîya Serbazî ya Firqeya 15ê kemînekî baş pilankirî dest pê kir," peyvdarê wezaretê emîd Yehya Resûl di daxuyanîyekê de got.
Du kes, ku yek ji wan di "polîsê şerîetê" yê DAIŞê de kar dikir, hatin girtin dema ku wan bi dizî sînor derbas kir û ji Tel Hemîsa Sûrîyayê dihatin, wî wiha got.