Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî hewleke derbasbûna bi dizî ya çekdarên DAIŞê ji Sûrîyayê vala derxistin

Du endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ên hewl didan bi dizî derbasî Îraqê bibin hatin kuştin û şeş çekdarên din neçar bûn bi paş ve bo xaka Sûrîyayê vegerin paş pevçûnekê bi hêzên Îraqî re sibeha Sêşema (19ê Sibatê), Fermandarîya Badiya û Cezîrayê ragihand.

"Artêşê hewleke terorîstan a derbasbûna bi dizî bo nav xaka Îraqê [ji alîyê Sûrîyayê] têk bir," emîd Casim Husên Mûsewî ji Diyaruna re ragihand.

"Ew hatin dîtin û hatin haydarkirin ku nabe zincîra sînorî derbas bikin, lê wan agir vekirin, lewra hêzên me li gorî rêbazên şer bersiva wan dan û du kes ji wan kuştin," wî ragihand, û dîyar kir ku şeş kesên din neçar bûn birevin.

Wî got ku "ew çekdarên DAIŞê bûn," û wiha dewam kir "valahî û deverên ku vedizîn li wan çêdibin li dirêjahîya sînor ên ku carê di rêya wan re derbasbûna bi dizî bo nav xaka Îraqê çêdibû aniha hatine girtin ".

Mûsewî teqez kir ku hêzên Îraqî baş cihên xwe li dirêjahîya sînor girtine, û da zanîn ku hevpeymanîya navdewletî agahîyên hewalgirî û wêneyên hewayî li dor tevger û gefên DAIŞê ji hêzên artêşên û Pasevanîya Sînor re pêşkêş dike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500