Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Çar xwekujên DAIŞê, du endamên polîs di êrîşekê de li Hedîsayê hatin kuştin

Xalid Ta´î

Hêzên ewlekarî yên Îraqî li rojavayê bajarê Hedîsayê yê Enbarê belav dibin daku aramîyê biparêzin û nehêlin "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hewl bidin ku bi dizî derbas bibin. [Wêne ji birêveberîya Polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Hêzên ewlekarî yên Îraqî li rojavayê bajarê Hedîsayê yê Enbarê belav dibin daku aramîyê biparêzin û nehêlin "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hewl bidin ku bi dizî derbas bibin. [Wêne ji birêveberîya Polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî îro Duşemê (9ê Nîsanê) rê li ber çar çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) girtin, ên plan dikirin ku êrîşan li bajarê Hedîsayê yê parêzgeha Enbarê cîbicî bikin.

Di demjimêr sêyê sibehê li gorî dema xwecihî, çekdaran karîbû "di bin sîya şevê de bi dizî derbasî taxa Melabê bibin li orta bajar û hewl dan xwe li nêzî armancine ewlekarî biteqînin", serokê encumena xwecihî ya Hedîsayê, Xalid Selman, got.

"Bi lez hêzên êlî û yên ewlekarî êrîşker kifş kirin û bêtir ji du demjimêran şer bi wan re kirin, sê ji wan kuştin," wî ji Diyaruna re got.

Endamê DAIŞê yê çarem, yê xwe di maleke nêzîk de vedişart, xwe teqand dema hêzên ewlekarîyê û hêzên êlî nêzîkî deverê bûn, du endamên polîsê hawarî kuştin û şeş kesên din birîndar kirin.

Rêgirtina li pêşîya endamên DAIŞê ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve "delîlekî zelal e li ser hişyarîya hêzan û amadehîya wan ku hewldanên bêhêvî yên ji alîyê terorîstan ve têk bibin, yên ku gefê li elekarîya Hedîsayê dikin", Selman got.

Wî got ku Hedîsa sê salan xweragir rawestîya li hember hewldanên dubare ji alîyê DAIŞê ve daku bigire ser wê, weke çawa rêxistinê bi bajarên Enbarê yên din re jî kir, tekez jî kir ku bajar "dê parastî be li dijî terorîstan".

Hêzên polîs û yên artêşa Îraqî, bi piştgirîya êlên xwecihî, li seranserê Hedîsayê belav bûne û operasyonên parêzî cîbicî dikin daku deverên biyabanî ji bermahîyên DAIŞê paqij bikin, wî got.

Herwiha niştecîyên xwecihî di hewldanên ewlekarî de beşdar dibin di rêya ewlekarîya tam bi hêzên ewlekarî re û wan bi raportên yekser li ser her çalakîyeke DAIŞê be zêde dikin, wî anî ser ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500