Nûçeyên Iraqê

Opozîsyona Sûrî dê ,serdana hevbendê rêjîmê, Rusya bike

Koma opozisyonê ya Sûrî ya serke got ku ew dê îro Duşemê (22ê Kanûna Duyem) şandeyekê bo ,hevbendê rêjîmê, Rusya bişîne daku bi berpirsyarên Moskoyê re "helwesta rast" derbarê proseya siyasî ya Sûrî giftûgo bikin, AFP ragihand.

Serdana Komîteya Giftûgoyan ya Sûrî tê dema ku Mosko xwe amade dike daku mêvandarîya giftûgoyên aştîyê li havîngeha Soçî ya li ser Deryaya Reş di 30 Kanûna Duyem de bike, bi pitgirê rêjîma Sûrî Îran û piştgirê opozîsyonê Tirkiyê re.

Opozîsyonê berî aniha gotiye ku ew dê giftûgoyên nû yên ku NY mêvandarîya wan dike hazir bibe, lê hîn wê îlan nekiriye eger ew dê herwiha giftûgoyên Sûtçî jî hazir bibe yan na, yên ku gelek komên opozîsyonê ji zû ve ew red kirine.

Daxuyanîyekê ji aliyê opozîsyonê got ku serdana Dûşemê hat "weke bersivekê ji vexwendina ji alîyê wezareta derve ya Rûsyayê ve" û got şandeya wê dê giftûgoyan bi wezîrê derve û yê berevanîyê re herwiha bi endamên parlemanê re bike.

Armanca serdanê ew e ku "helwesta Rûsîya ya rast derbarê proseya siyasî têgihişe, ji ber ew di şer de hevkar e, derbarê giftûgoyên bi Sûrîyayê re ye û misogerkerê zonên kêm şer e", wê got.

Berdevkê opozîsyonê Yehya Erîdî ji AFP re got ku opozîsionê xwest "bi awayekî sade piştrast bike ku Rusya cedî ye derbarê proseya aştîyê bi temamî de", bi taybet giftûgoyên ku NY wan bi rê ve dibe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500