Nûçeyên Iraqê

Opozîsyona Sûrîyayê dê di giftûgoyên nû yên bi piştgirîya NY li Viyênayê amade bibe

Opozîsyona Sûrîyayê dê giftûgoyên aştîyê yên nû yên bi mêvandarîya NY li Viyênayê amade bibe, ofîsa wê ya medyayê îro Sêşemê (16ê Kanûna Duwem) ragihand.

Di daxuyanîyeke nivîsandî de, Komîteya Giftûgoyên Sûrî (SNC) got ku opozîsyon dê di gera giftûgoyan de ya nû de beşdar bibe, yên ku giftûgoyên Cinêvê bûn lê li Viyanayê tên lidarxistin", AFP ragihand.

Dema giftûgoyan hîn nehatiye tekezkirin, SNC anî ser ziman.

Gera dawî ya giftûgoyên aştîyê yên Sûrîyayê yên bi piştgirîya NY yên li Cinêvê di nîvê Kanûna Duyem de hatin bidawîkirin. Pêşbînî heye ku giftûgo di 21ê Kanûna Duyem de li Swîsrayê dest pê bikin.

NY red kir ku bibêje ka çawa cih hat guhertin yan dema gera nû tekez bike.

Heta aniha gelek hewlên dîplomatîk ji bo çareserkirina şerê Sûrîyayê bi bin ketine.

Rûsya, ku yek ji piştgirîyên xurt ji rêjîma Sûrî re, îlan kir ku ew dê mêvandarîya kongreseke aştîyê bike di 29 û 30 Kanûna Duyem de li Havîngeha Sotçîyê li ser Deryaya Reş.

Bi alîgirê rêjîmê Îranê re û opozîsyona bi piştgirîya Tirkîyayê weke welatên mêvandar, lûtke armanc dike ku destûrekî nû ji Sûrîyaya piştî şer re dabirêje.

SNC îlan nekir eger ew dê giftûgoyan amade bibe, lê bi dehan komên opozîsyona Sûrî însîyatîfa Sûtîçyê di Kanûna Duyem de red kirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500