Nûçeyên Iraqê

Şandeya hikûmeta Sûriyê dev ji berdewamkirina danûstandinên Cenêvê berdide

Şandeyên hikûmeta Sûrî roja Sêşemê (5ê Kanûna Yekem) û Çarşemê dê li Şamê bimînin, jêdereke nêzîkî şandeyê got, wisa dev ji danûstandinên aştiyê berda ku biryar e bi rêveberiya NY li Cenêvê berdewam bikin.

"Ne îro û ne sibe şande dê neçe Cenêvê û biryara dawî [bo beşdarbûnê] hîn nehatiye standin," jêderê îro Sêşemê ji AFP re got.

Gera heştem bo danûstandinên aştiyê yên ku armanc dikin ku şerê Sûriyê yê heft-salî bidawî bikin hefteya bûrî li Cenêvê destpê kir.

Şanderê NY bo Sûriyê Staffan de Mistura piştî demeke kurt ji destpêkirina danûstandinan îlan kir ku ew dê du hefteyên din dirêj bikin.

Danûstandin di dawiya hefteyê de hatin rawestandin, lê dihat çaverêkirin ku herdu alî vegerin Cenêvê daku dest bi danûstandinan bikin ku biryar e roja Sêşemê destpê bikin.

Lê belê, rojnameya Weten, a ku nêzîkî hikûmetê, got ku şandeya rêjîmê li Şamê bû û pêşbînî nîne ku ew Sêşemê yan Çarşemê here.

Rojnameya rojane got ku vexwendina daku vegerin danûstandinan "hîn ji aliyê birêveberiya Sûrî ve tê vekolînkirin".

Di heman demê de, şandeya opozîsyonê bo danûstandinan got ku serokê wê Nasir Herîrî gihaye Cenêvê û ew dê roja Sêşemê piştî nîvro bi de Mistura re bicive.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500