Nûçeyên Iraqê

NY mêvandariya danûstandinên aştiyê yên "girîng" li Viyena dike

NY dest bi hewlên nû kir roja Pêncşemê (25ê Kanûna Duyem) ji bo destpêkirina danûstandinên aştiyê yên Sûrî ku welatên Rojava û opozîsyon ditirsin ku hatine têkdan ji aliyê hewleke dîplomatîk a tekalî ya Rûsî ve, AFP ragihand.

Herdu rojên danûstandinan li Viyêna piştî heşt gerên berê li Cenêvê tên, ku di wan de herdu alî biserneketin ku lihev bicivin jî.

Hewlên berê bi taybetî dixitimîn derbarê çarenivîsa Serokê Sûriyê Beşar Esed, ku şandeya hikûmetê qebûl nedikir ku rû-bi-rû bi opozîsyonê re bicive heta ku dev ji daxwazên çûna wî berde.

Mezinê danûstandinkarên hikûmeta Sûriyê Beşar Caferî ti daxuyanî neda dema ku gihişte NY li Viyêna daku bi şanderê navdewletî yê taybet Stîfan dî Mistûra re bicive.

Girûpa opozîsyonê ya sereke, Desteya Danûstandinan a Sûrî, got ku ew dê cuda bi şander re bicive saet 4ê êvarî.

Dî Mistura roja Çarşemê got ku danûstandin di "demeke gelek, gelek girîng" de tê.

Nesir Herîrî ji Desteya Danûstandinan got ku danûstandin dê "ezmûneke rasteqîn ji hemû aliyan re be".

Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian hevdem li Parîsê got ku danûstandin "hêviya dawî" ne ji bo gihiştin bo çareseriyeke siyasî ji krîza heft-salî re ya ku bû sedema mirina 340,000 kesan.

Danûstandinên Viyena berî konferanseke aştiyê ya cuda Sêşema bê li havîngeha Sûçî ya ser Behra Reş li Rûsya tê, bi piştgiriya Rûsya, Îran û Tirkiyê.

Fokus li Sûçî dê li ser behskirina pêkanîna destûreke nû be, li gorî opozîsyonê, ku de Mistura jî dixwaze vê pirsê li Viyena gotûbêj bike.

Di demekê de ku hikûmeta Esed got ku ew dê biçe Sûçî, Desteya Danûstandinan hîn biryar nedaye, heta piştî serdaneke vê dawiyê bo Mosko jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500