Wezîrê Karê Hundir ê Iraqî, Qasim el-Racî, got ku roja Çarşemê (15ê Mijdarê) hêzên ewlekariyê 75 nîştîmaniyên Îranî yên ku di nav serdankerên Çilîya Îmam el-Husên de bûn girtin.
Wezaret "dê bi xerîban re ne hêsan be, û divê ew bi zagonên Iraqê pêbend bin", wî di daxuyaniyekê de ji Necefê got.
"Wezaret dê bi destekî ji hesin li herkesekî bide ku bixwaze ewlehiya welatê me û hemwelatiyê be têk bide," el-Racî got.
Wî hişyarî da ku ew kesê ku pêbendî zagonê nebin dê rastî "tedbîrên tund bibin", û da zanîn ku "wezaretê 75 Îranî girtin piştî ku wan hewl da ku ziyanê bigihînin pêwendiyên derve yên Iraqê".
"Çi kesê ku bixwaze serdanê [ya Çilîyê] yan atmosfîra wê bikar bîne dê li gorî zagonê nêzîkatî pê re bê kirin," wî got.