Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Hewcedarîya Îraqê bi piştgirîyê heye da ku alîkarîyê bi qurbanîyên DAIŞê û kesên kêmendam re bike

Ala Husên li Bexdayê

Serokwezîr Heyder Ibadî serdana mêrekî ku di şerên derxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de hat birîndarkirin dikeli nexweşxaneya Bexdayê. [Wêne ji Ofîsa Serokwezîr hatiye wergirtin]

Serokwezîr Heyder Ibadî serdana mêrekî ku di şerên derxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de hat birîndarkirin dikeli nexweşxaneya Bexdayê. [Wêne ji Ofîsa Serokwezîr hatiye wergirtin]

Hikûmeta Îraqî dê hewcedarîya wê bi piştgirîyeke berfereh ji alîyê rêxistinên civaka sivîl û yên navdewletî hebe da ku guh bide bi hezaran qurbanîyên birîndar û kêmendam yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), berpirsyaran ji Diyaruna re got.

Wan got ku piştgirîya hikûmetê tenê dê têr neke da ku guh bide wan kesên ji alîyê DAIŞê ve yan di dema şerên derxistina rêxistinê ji Îraqê birîndar û kêmendam bûne.

Wezareta Kar û Kar û barên Civakî bang li hemû ajansên hikûmetê û rêxistinên civaka sivîl kir da ku alîkarî û piştivanîyê ji tekekesên kêmendam re dabîn bikin, berdevkê wezaretê Emar Munim ji Diyaruna re got.

"Aniha wezaret barekî giran li ser milê xwe hildigire da ku guh bide wan piştî wê DAIŞ qir kir," wî got, û hewcdarîya wê bi alîkarîyê heye da ku bandorên bed ên berdewamên ku êrîşa rêxistinê li dûv xwe hiştin çareser bike

Wezaret li gorî Qanûna hejmar 38an ya sala 2013an kar dike daku guhdanê ji xelkên kêmendam û yên hewcedarîyên wan ên taybet hene dabîn bike, cudahîya li dijî wan rake û alîkaîyê bi wan re bike daku karan ji wan re peyda bike, Munim got.

Wê kar dikir ku planekê deyne ji bo mûçeyekê bide her kesê ku guh bide tekekesekî kêmendam li ser bingeha ku ew xwe bi awayekî tam ji wî kesî re vala bike li hemû parêzgehên Iraqê, wî got.

"Nifşekî nû ji mûçeyan li kesên guhdanê dikin hat belavkirin li parêzgeha Nînewayê piştî rizgarkirina wê ji DAIŞê," wî got.

Dermankirina li dervey welat

Hikûmeta Iraqê, bi alîkarîya rêxistinên civaka sivîl, gelek leşkerên birîndar û kêmendam dişîne derevey welat daku dermankirinê wergirin.

"Hejmara kesên birîndar û kêmendam hîn bi gelekî ji mêjera guhdan û piştgirîya ku hikûmet û rêxistinên mirovî dikarin dabîn bikin bêtir e," Fadil Xerawî ji Komîteya Bilind ya Serbixwe bo Mafên Mirov got.

Pêşniyar heye ku Kiwêt mevandarîya konferenseke navdewletî bo donoran bike daku pereyan ji bo nûavakirina Iraqa piştî DAIŞê bidin hev ji 12ê Şibata 2014an ve.

Ev yek dê derfeteke girîng be da ku piştgirîyeke navdewletî ya mezin ji bo guhdana kesên ku di şer de hatin birîndarkirin ya bûn kêmendam çêke, Xerawî ji Diyaruna re got.

"Rêxistinên navdewletî dikarin alîkarîyê bi Iraqê re bikin da ku ziyana derûnî û laşî ya ku qurbanîyên şer dikişînin çareser bikin û alîkarîyeke mirovî ya rast ji dever û welatîyên ziyankirî re dabîn bikin," wî got.

Gengaz e ku ev piştgirîya piçûk herwiha piştivanîya malî were dabînkirin, wî got.

Tu hejmarên deqiîq yên ku bidin xuyakirin bê çend kesên birîndar yan kêmendam di şerê li dijî DAIŞê de hene, wî got, wî not kir ku ev astengîyeke.

Ev hejmar girîng in da ku databasekê çêkin ya dikare were bikaranîn da ku piştgirîyê ji wan kesan re dabîn bikin, wî anî ziman, wî not kir ku ajansên ewlekarîyê heta aniha tenê hejmara kesên di şer de mirî belege kiriye.

Daxwaza piştgirîyeke bêtir dikin

Li gorî hikûmeta xwecihî li Enbarê, piştgirî û piştivanîya ku ji qurbanîyên DAIŞê re û ew kesên ku di encama kiryarên rêxistinê de bûn kêmendam tê dabînkirin hîn ne li gor asta ku tê xwestin e.

Wezareta Kar û Kar û Barê Civakî mûçeyên mehane ji kesên kêmendam re belav dike û her çendekê workşopên rahênanê ji wan re çêdike, endamê encumena parêzgeha Enbarê Asal Fehdawî ji Doyaruna re got.

Lê ev yek têra hewcedarîyên heyî yên vî birê ji niştecîyan nake, wî got.

"Gelek ji kesên kêmendam û yên birîndar li Enbarê piştî şer xwe bêwar dîtin ji ber taxên wan ên niştecihî di şer de hatin wêrankirin yan ziyankirin," wî ji Diyaruna re got.

Rewş gelekî alozdar e, Fehdawî got, wî bang bo "destwerdana yekser ji alîyê hikûmetê û piştgirîya desthilatdarîya girêdayî vê yekê" kir.

Mûçeyên ku li kesên guh didin kesên kêmendam tên belavkirin, yên di databasên Wezareta Kar de hatin qeydkirin nagihe 170,000 dînarên Iraqî (144$) mehane, li gor Wezareta Kar û Kar û Kar û Barên Civakî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500