Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Barê xwedîkirina zarokên çekdarên DAIŞê kete ser pişta Iraqê

Alaa Husên li Bexdayê

image

Hêzên Iraqî ev keçika Çeçen li Mûsilê di operasyona derxistina "Dewleta Islamî" (DAIŞ) ji bajar dîtin. [Wêne ji Şaneya Medyaya Şer a Iraqî]

Piştî ku hêzên Iraqî "Dewleta Islamî" (DAIŞ) ji Mûsilê derxist, trajediya mirovî ji her kesî re eşkere bû daku bibînin kuzarokên paşguhxistî yan ên sêwî yên çekdarên rêxistinê yên biyanî man daku ew bi xwe wan xwedî bikin.

Hêzên Iraqî dora 12 zarokên biyanî dîtine, tenê heta niha li kolanên bajar digeriyan, yên ku diyar e, piraniya wan ji binemalên Asyayî ne û tiştekî li ser çarenûsa dêbavên xwe nizanin, berpirsyarekî Iraqî got.

Dîtina wan zarokan, ên ku piraniya wan bi Erebî naaxivin, tehedayeke bêmînak ji hikûmeta Iraqî re derxiste holê.

Wezareta Kar û Karûbarên Civakî zarok veguhestine sêwîxaneyekê li Bexdayê heta ku karibin wan vegerînin welatên wan ên eslî û wan bidin dest xizmên wan, heta ku xizmên wan bi awayekî rast werin naskirin.

Zarok ji netewine cuda ne, di nav de Çeçenî, Afxanî, Tacîk û Çînî hene, berdevkê wezaretê Emar Munim ji Diyaruna re got.

Li ser bingeha emrekî dadgehî ji Dadgeha Nûhatiyan li Iraqê, hikûmetê parastina van zarokan lixwe girt û ew dê wan li sêwîxaneyê bicih bike heta werin naskirin û wan bidin dest welatên wan ên eslî, wî got.

Naskirina zarokên DAIŞê

"Gelek zarok bi tesaduf, di raporteke televîzyonî de li ser rewşa Iraqê hatin naskirin, raporta ku li ser kenaleke biyanî dihat weşandin," Munim got.

Xizmên zarokekî Çeçen yê ku winda bûbû ew di raporteke televizyonî de nas kirin, wî got, vê yekê hişt ku hikûmeta Çeçenya bi awayekî fermî daxwaza vegerandina wî û hinên din ên di heman haletêd de bike.

Wezîrê Kar û Karûbarên Civakî Mihemed Sûdanî da xuyakirin ku ev zarok weke qurbaniyên malbatên xwe yên terorîst tên hesibandin.

Giftûgoyên di navbera herdu welatan de encama radestkirina pênc zarokên Çeçen da, yên ku li sêwîxaneyên Iraqî hatibûn bicikirin, piştî ew ji aliyê xizmên xwe ve hatibûn naskirin, hewildaneke ku bi Şaneya Krîzê ya Iraqê re hatibû hemahengîkirin.

Wezaret bi UNICEF û Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor re kar dike daku guh bidin zarokên biyanî yên li Mûslê hatibûn dîtin, Ebîr Çelebî, seroka Desteya Guhdana bi Jin û Zarokan a wezaretê, got.

"Desthilatdariyê alîkariya seretayî û guhdan ji zarokan re dabîn dike daku alîkariyê bi wan re bike ji bo mameleyê bi trawmaya ku gihaye wan, berî ku ew di penagehên hikûmetê de yên ji zarokan re werin bicihkirin," wê ji Diyaruna re got.

Wezaret li ser dana zarokên ku tên naskirin ji malbat û welatên wan re kar dike, wê got, herwiha ew tîne ziman ku, zarokên ku belgeyên nasnameya fermî bi wan re nînin ew dê weke xizmên nenas di qanûna Iraqî de werin hesibandin.

"Prosedûrên qanûnî di rewşên mîna van de, tê xwestin ku ruyên wan li ser medyaya giştî û daxuyaniyên fermî werin nîşandan û piştre salekê li bendê bimînin," wê şîrove kir. Eger tu kes nikaribe wan nas bike, belgeyên nasnameyê yên nû ji aliyê wezaretê ve dê werin weşandin.

Krîzeke navdewletî ye

"Zarokên DAIŞê yên li Mûsilê hatin dîtin tenê beşek ji kêşeyê ne," civaknasê Iraqî Mihemed Ebdul Hesan ji Diyaruna re got, ew not dike ku doza berferehtir ew e ku zarok ji terorîstan re li her deverê çêdibin.

Derbarê çarenûsa van zarokan, wî pirsî: "Gelo divê hikûmeta Îraqî wan bibe û di sêwîxaneyê de guh bide wan, dibe ku li wê derê ji nû ve werin perwerdekirin û bibin welatiyên Iraqî, yan divê wan vegerînin welatên wan ên eslî û bi vî awayî rîsk bibe bombeyeke demkî?"

Ev dozeke ku nerîneke civakî ya agadar û rêbazekî hikûmî berpirsyar dixwaze, wî got, ew têne ziman ku divê Iraq alîkariya NY bixwaze daku çareseriyeke berpirsyar bibînin, çareseriya ku divê aliyê mirovî ji rîskê berçav bigre.

"Zarokê ku ji dêbavekî terorîst re çêbûbe, li jêr van şertûmercan, bê guman pêşerojeke tarî li pêşiya wî ye," Ebdul Hesan got.

Eger mafên mirovan û reftarên pejirandî yên perwerdekirina zarokan neyên berçavgirtin, dibe ku ew zarok mezin bibe û bibe terorîstekî pêşerojê, wî got.

Ebdul Hesan bang kir ku çareseriyekê bibînin, çareseriya ku divê koka kêşeyê raçav bike, "daku em matmayî nemînin dema em van zarokan weke qurbanî li qada şer bibînin".

Wî dît ku rola ajansên NY di çêkirina jêderên hînkirinê de li seranserî cihanê heye ya ku dê bandora îdyolojiyên tundrew kêm bike û miyanrewiyê xurt bike.

Lî gor nirxandina wî ji rewşê re, Iraq bi awayekî guncan jêhatî ye daku erkê danîna programên perwerdekirina zarokan bi hevkariya rêxistinên civaka sivîl bigire xwe.

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Jinavbirina îdyolojiya tundrew

BERSIV BIDE

Îdyolojiya tundrew ji her dozê xurtir e.

BERSIV BIDE