Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Iraq malbatên çekdarên DAIŞ li kampeke Mûsilê bicih dike

Xalid Taî

Karmendên hikûmeta Iraqî alîkariya malbatên ku ji bajarê Teleferê direvin dikin. [Wêne ji Wezareta Koç û Koçberan a Iraqî hatiye wergirtin]

Karmendên hikûmeta Iraqî alîkariya malbatên ku ji bajarê Teleferê direvin dikin. [Wêne ji Wezareta Koç û Koçberan a Iraqî hatiye wergirtin]

Hikûmeta Iraqî alîkariya mirovî dide jin û zarokên bi sedên çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ku piştî ku ji bereya şer li Eyadiya, li bakurê Teleferê, reviyan xweradest kirin.

Van malbatan destpêkê xweradestî hêzên Pêşmerge yên ku nêzîkî Eyadiya bicih bûne kirin, berpirsên Iraqî ji Diyaruna re got. Piştî bo artêşa Iraqî hatin radestkirin û li kampeke taybet li başûrê Mûsilê hatin bicihkirin.

"Ew hatin veguhestin bo kamp û cihên ewle li herêma Kurdî," fermandarê ketîbeyeke hêzên Pêşmerge eqîd Luqman Brahîm ji Diyaruna re got.

Radestkirin li gorî rêkeftineke hevahengiya dualî bû navbera berpirsên fermandariya hevbeş a operasyonên Nînewa, endamê komîteya ewlekarî ya encumena parêzgeha Nînewa Binyan Cerba, got.

"Herêmê ew radest kirin piştî ku wan xweradestî hêzên Kurdî kiribû yên ku bi dirêjahiya xetên temasê li bakurê rojavayê Eyadiyê bicihkirî bûn," wî ji Diyaruna re got.

"Lêkolînên zêde"

"Nêzîkî 1,400 jin û zarokên çekdarên DAIŞ hatin radestkirin," endamê encumena Telefer Tariq Ekrîş ji Diyaruna re got. "Ew hatin veguhestin bo kampekê nêzîkî devera Hemam Elîl li başûrê Mûsilê."

"Ew ji Çeçeniya, Rûsya û Turkiyê ne, herwiha ji hin welatên Erebî ne jî."

Di kampê de, mameleyeke mirovî bi wan re tê kirin, Ekrîş got.

Ev hejmara mezin ji malbatan barek e li ser hikûmetê, wî got jî, ji ber ku ji aliyê yasayî ve divê were piştrastkirin ku wan alîkariya DAIŞ nekiriye.

"Ew bêguman rastî lêkolînên zêde tên," Ekrîş got.

Eger derket ku endamine malbatekê destê wan di kiryarên terorîzmê de hebûye, ew dê ji dadgehên Iraqî re werin radestkirin daku werin darizandin, serokê komîteya mafên mirov a encumena parêzgeha Nînewa Xezwan Hamid got.

Eger lêkolînan derxistin ku ew ji tawanan bêsûdc in, dê ev pirs bibe berpirsyariya hikûmetê, wî ji Diyaruna re got.

"Dibe ku rêkeftin an jî şêwirî navbera Iraq û welatên van kesan hebe," wî got.

Parastina mafên zarokan

Hikûmeta Çeçenya pênc zarokên welatiyên Çeçen ên ku hêzên ewlekarî li Mûsilê ew dîtibûn wergirtin, piştî ku endamên malbatên wan ên DAIŞ nedihatin dîtin, dezgehên medyayê di Tebaxê de ragihand.

Ew zarok, ku ew hemû li jêr 9 salan bûn, hatin veguhestin piştî ku qebûlkirina dadweriya Iraqî hat standin.

Hamid got ku hikûmeta Iraqî li gorî standardên navdewletî yên mafên mirov mameleyê bi malbatên DAIŞ re dike, çi Iraqî û çi biyanî jî bin.

"Ew bêsûc in heta ku lêkolînên ewlekarî tiştê berevajî piştrast bikin," wî got. "Ew îro alîkariyên xwarinê û hawarçûnê werdigrin weke awareyên din."

"Ev erkekî mirovî ye û hikûmet bi wî pêbend e," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Gelek baş e ku hikûmeta me wisa ye. Hêjayî asteke wisa ji mirovahiyê ye.

BERSIV BIDE