Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Dadgeh: Divê Holanda alîkarîyê di vegerandina zarokên DAIŞê de bike

AFP

Jin guhlêdanê li zarokan dikin roja 17ê Cotmehê li kampeke ku Kurd wê bi rê ve dibin li parêzgeha Heseka Sûrîyayê, ku malbatên çekdarên biyanî yên DAIŞê li wir girtî ne. [Delîl Sulêman/AFP]

Jin guhlêdanê li zarokan dikin roja 17ê Cotmehê li kampeke ku Kurd wê bi rê ve dibin li parêzgeha Heseka Sûrîyayê, ku malbatên çekdarên biyanî yên DAIŞê li wir girtî ne. [Delîl Sulêman/AFP]

Divê Holanda bi awayekî "çalak" alîkarîyê bike di vegerandina zarokên jinên ku tevlî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Sûrîyayê bûne, lê nabe ku dayîkên wan werin vegerandin, dadgeheke Holandî Duşemê (11ê Mijdarê) ev ferman der xist.

Fermana ku dadwerekî di dadgeha navçeya Lahayî de derxistiye, di demekê de tê piştî ku 23 parêzerên ku nûnertîya 23 jinên tundrew dikin doznameyek vekirin ku tê de daxwaz ji hikûmeta Holandî dikin ku wan jinan tev her 56 zarokên wan vegerînin holandayê.

Jin û zarok li kampên girtinê li bakurê Sûrîyayê dimînin.

Divê Dewleta Holandayê "bi awayekî çalak bi pêbendîyên xwe rabe û wan zarokan vegerîne", dadwer Hans Vetter ragihand.

Wî dîyar kir ku di heman demê de, "asayî ye ku dewlet nikaribe tiştekî ku li derveyî karîna wê be pêk bîne".

"Divê dewlet rêkaran bide pêş, di zûtirîn dem de, bo parastina van zarokên Holandî, heta ku eger ew zarok li welatekî din bin jî", wî daxuyand.

Dadwer teqez kir ku divê hikûmet hemû tedbîrên berdest bide pêş, di nav de daxwaza alîkarîyê ji Amerîkayê.

Dadwer teqez kir ku zarokên li kampên mîna kampa Holê li parêzgeha Hesekayê li bakurê-rojhilatê Sûrîyayê di wê metirsîyê de ne ku werin kuştin eger kamp werin topbarankirin, û dibe ku ew rastî destdirêjîya sêksî jî bên.

Dadwer got jî ku ew ji ber nebûna guhlêdana bijîşkî û xwarina baş dinalin, û da zanîn ku piranîya wan zarokan li jêr temenê şeş salî ne.

Wî got ku ev zarok "qurbanîyên kiryarên dêûbavên xwe ne", lewra divê hikûmeta Holandî ne berpirs e ku dayîkên wan vegerîne.

"Van jinan dizanî ku rêxistina ew tevlî wê dibin bi tawanên mezin û hovane sûcdar e," dadgehê di daxuyanîyekê de got.

Li kampên ku Kurd wan bi rê ve dibin li Sûrîyayê 15 zilamên, 35 jin û 90 zarokên Holandî hene.

Bang bo hevahengîyeke navdewletî

Hevdem, Emîndarê Giştî yê NY Antonyo Guterres Sêşemê bang bo lihevkirineke navdewletî bo dîyarkirina çarenivîsa tundrewên biyanî yên ku li Rojhilata Navîn girtî ne kir, û got ku ne bi tenê erkê Îraq û Sûrîyayê ye ku "vê kêşeyê ji herkesî re çareser bikin".

"Em bi hewcedarî hevahengîyeke navdewletî ne bo çareserkirina vê kêşeyê," Guterres ji Radyoya RTL a Fransî re ragihand.

"Em nikarin bi tenê ji Îraq û Sûrîyayê bixwazin ku vê kêşeyê ji herkesî re çareser bikin. Divê hevsozîyeke navdewletî ya rasteqîne peyda bibe," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500