Polîsê Holandî Sêşemê (19ê Mijdarê) girtina du jinên ku tevlî rêzên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Sûrîyayê bûne ragihand, piştî ku ew ji hêla Turkîyayê bo Holandayê hatin dîportkirin, li gorî dozgeran.
Jinên, ku yek ji wan xwedan du zarok e, li gorî sûcên têkildarî terorê girtî ne ji dema ku ew gihiştine Balefirgeha Sçîfolê li Amsterdamê, ofîsa dozgerîya giştî di daxuyanîyekê de ragihand.
"Du jinên ku ji qada şer a DAIŞê ya li Sûrîyayê vegerane ji hêla Turkîyayê ve hatin dîportkirin û ew êvara Sêşemê hatin girtin dema ku gihiştin balefirgeha Sçîfolê," Dozgerên Holandî ragihandin.
"Ew tên sûcdarkirin ku tevlî rêxistineke terorîst bûne. Polîs Serbazî yê Şahnişînê (yê ku balefirgehan û benderan diparêze) her du jin girtin û ew radestî polîs kirin."
Yek ji wan herdu jinên hatine girtin du zarokên wê hene -- sê û çar salî ne -- û di Kanûna Duyem a 2018an de li Turkîyayê hatiye girtin, li gorî dozgeran.
Jina din a ku 25-salî ye, di meha Cotmehê de pêwendî bi balyozxaneya Holandî re li Enqerayê kiribû û daxwaz alîkarîyê kiribû bo ew vegere malê.
Dozgeran eşkere kir ku dê ew her dû Înê pêşbirî dadgeha bajarê Roterdamê bibin.
Di destpêka vê mehê de, dadgeheke Holandî got ku divê hikûmet "bi awayekî cidî" alîkarîyê di vegerandina zarokên jinên ku tevlî DAIŞê li Sûrîyayê bûne de bike, lê pêwîst nake ku dayîkên wan werin vegerandin.
Ferman derket piştî ku parêzerên 23 jinên tundrew muzekerenameyek heftîya borî vekirin û daxwaz ji hikûmeta Holandayê kir ku wan û her 56 zarokên wan ên li kampên li bakurê Sûrîyayê ne vegerîne.