Nûçeyên Iraqê

Opozîsyona Sûrî eniyeke yekpûyî li danûstandinên Riyad dixwaze

Sê komên opozîsyonên Sûrî li Riyad roja Duşemê (21ê Tebaxê) bi hev re civîn daku hewl bidin eniyeke yekbûyî ava bikin ji bo tiştê ku NY hêvî dike dê bibe gereke bibandor a danûstandinên aştiyê di Cotmehê de, li gorî AFP.

Komîteya Danûstandinên Bilind (HNC) a opozisyona bi piştgirya Siûdî civîneke ku bi saetan dirêj kir li avahiyekê li Riyadê ligel şandên ji du kampên navcîkar, yên ku bi navên komên Qahîra û Mosko hatine navkirin lidar xist.

Şanderê NY ê Sûriyê Stîfan de Mistura dixwaze ku opozîsyonê yek bixe û stratejiyeke danûstandinên pragmatî pêş bixe piştî mêhvandariya heft gerên danûstandinên bi giştî neserkeftî kirin.

Astengiya sereke çarenivîsa Serok Beşar Esed e, ligel tekezkirina HNC li ser derxistina wî lê belê herdû kampên din xwedan toneke nermtir in li ser vê meselê.

"Armanca civînê gehiştina bi rêkeftinekê ye li ser programa siyasî ya ku bingeha danûstandinan pêk tîne. Di pêşiyê de helwesta ji Beşar Esed e," lîderê opozîsyona Sûrî Ehmed Remedan vê hefteyê ji AFP re got.

Tu şirove di cih de nedan li ser serencama civîna roja Duşemê.

De Mistura hefteya borî got ku ew ji bo danûstandinên aştiyê yên "rast, û bibandor" di Cotmehê de di navbera hikûmet û opozîsyoneke Sûrî ya yekbûyî, ku hîna çênebûye, hêvî dike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500