Nûçeyên Iraqê

Jinbîyek: Çalekvanekî ser internet bi nepenî li Sûriyê hat sêdarekirin

Jinbîya çalakvanekî ser internetê yê xuyayî, yê ku di yekemîn salvegera serhildna 2011an de hatibû girtin, serhildana ku bû sedema şerê Sûriyê , got ku hevjînê wê bi nihênî beriya du salan hat kuştin, AFP roja Çarşemê (2ê Tebaxê) got.

Basil Xertebîl Sefedî, pêşxistinerekî softworên jêder-vekirî ye ku daxuyaniyên azad di serhildanê de pêşkêş dikirin, di Cotmeha 2015an de hat sêdarekirin, piştî du sal û nîvan ji girtina wî, Nûra Xazî Sefedî got.

Wê mehê, gotegotikan dest pê kir û hat gotin ku wî hukmê mirinê wergirtibû piştî ku ew hat veguhestin jiZindana Adra ya bed-navûdeng ya rejîmê li nêzî Şamê bo cehekî nediyar hat veguhestin.

Jinbîya wî tu agahî li dor çawaniya piştrastkirina wê ji mirina hevjînê wê di postê facebookê de yê ku wê derengiya roja Sêşemê belav kir parve nekir.

Sefedî, çaxê mirina wî 34 salî bû, ew wekî piştgirekî azadiya agahî û aksîseke berferehtir bo internetê dihat naskirin.

Di sala 2010an de, wî laba Ayiqî, ku endazyar, hunermend û haker li Şamê kom kirin, û rolek di vekirina programên jêder-vekirî de leyist di nav de Creative Common û Wikipedia hebû.

Ezmûndariya Sefedî bi taybetî piştî serhildanê hat naskirin, piştî bangên bo xwenîşandanan, bang jî bi rêya medya civakî dihatin kirin.

Ew demeke dirêj bû ku rêxistinên mafên mirov givaş dikrin daku agahiyan li dor çarenivîsa Sefedî bidest bixin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500