Nûçeyên Iraqê

Rights Watch: DAIŞ 13 sivîlên Iraqî "bê dadgehkirin sêdare kirin"

Çekdarên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) 13 sivîl "bê dadgehkirin kuştin" piştî ku gundî li dijî wan rabûn ser piyan di destpêka êrîşa artêşa Iraqê ya bo vegerandina Mûsilê, rêxistina Human Rights Watch roja Sêşemê (27ê Kanûna Yekem) got.

Kuştin li gundên Hûd û Lezaga, ku ew 50 kîlometran dikevin başûrê Mûsilê, roja 17ê Cotmehê pêk hatin, ew roja ku hêzên hukmetê êrîşeke gelek mezin ji bo derxistina girûpê ji bajar destpê kir, AFP ragihand.

"DAIŞ serhildana gundiyan bi kuştina neyasayî ya xelkên çaxê serhildanê hatibûn girtin ligel sivîlên ku beşdar nebûbûn bersivand," Lema Fakih, cîgira birêvebera Rojhilata Navîn a rêxistinê, di daxuyaniyekê de got.

Bi tevahî, çekdarên DAIŞ "herî kêm 13 kes "bê dadgehkirin sêdare kirin" ku du kur jî di nav wan de bûn", rêxistinê got.

Raportê wêneyeke kurekî ji kurên kuştî, yê 13 salî ku ne di serhildanê de beşdar nebûbû li xwe girt, raportê li ser zimanê bavê Mihemed veguhezt.

DAIŞ Hûd û Lezaga Hezîrana 2014an girt, û gundî dibêjin ku ew di tirsa cezayên, mîna mirinê de jiyan dikir, mirina ji ber kiryarên weke çigarekêşanê û bikaranîna mobyilan, rêxistinê got.

Dema ku hêzên Iraqî sibeha 17ê Cotmehê nêzîk bû, dora 30 gundiyan êrîşî cîhadiyan kirin û 19 ji wan kuştin, rêxistinê got.

Çekdarên DAIŞ piştî nîvro dest bi kuştinên bi staylê sêdarekirinê kir û term li nav kolanan hiştin.

Hêzên Iraqî wê êvarê derbasî Lezaga bûn û sibeha piştre derbasî Hûd bûn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500