Fermandariya Operasyonên Enbarê roja Duşemê (22ê Gulanê) destpêkirina operasyona lêgerîna molgehên "Dewleta Islamî" (DAIŞ) li Enbarê ku metirsiyê li ser parêzgehê pêk tînin ragihand.
Deverên ku dê werin paqijkirin Tebay, Benî Zeyd, û Kesrat yên li rojhilatê Enbarê ne, ku nêzî kembera rojavayî ya Bexdaya paytext in, Wezareta Berevaniyê di daxuyaniyekê de got.
Operasyonên paqijkirinê dê deverên Semîl û Wadî el-Qedef li başûrê rêya sereke, ku Bexda, Emman û Şamê girê dide, lixwe bigrin.
"Operasyon armanc dike ku molgeh û şaneyên DAIŞ yên li van deveran belavbûyî jinav bibe," daxuyaniyê got.