Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Iraqî li pey molgehên DAIŞ li biyabana Enbarê diçin

Xalid Taî û Ala Husên

Yekîneyên serbazî yên Iraqê di Gulanê de dest bi pêngavekê kirin ji bo paqijkirina parêzgeha Enbarê ji molgehên "Dewleta Îslamî". [Wêne ji Wezareta Berevaniya Iraqê hatiye wergirtin]

Yekîneyên serbazî yên Iraqê di Gulanê de dest bi pêngavekê kirin ji bo paqijkirina parêzgeha Enbarê ji molgehên "Dewleta Îslamî". [Wêne ji Wezareta Berevaniya Iraqê hatiye wergirtin]

Li deverên biyabanî yên dûr ji Enbarê, hêzên Iraqî yên hevbeş operasyoneke lêgerînê bo dîtina molgehên mayî yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) pêk tînin, berpirsên Iraqî ji Diyaruna re dibêjin.

Operasyoneke nû roja Duşemê (22ê Gulanê) ji bo maliştina deverên Tebayî, Benî Zeyd û Kesrat li aliyê rojhilatî ji parêzgehê û paqijkirina wan ji paşmahiyên DAIŞ ên ku metirsiyeke ewlehî çêdikin, Wezareta Berevaniyê got.

Deverên armancgirtî herwiha Zamîl û Wadî Qedaf, li başûrê rêya navdewletî ya ku Bexda, Eman û Şamê bi hev ve girê dide li xwe digrin.

"Armanca operasyonê dûvçûna molgeh û şanên berbelav ên DAIŞ li van deveran e," wezaretê di daxuyaniyekê de got.

Pêngav yek ji zincîreke operasyonên hevşêwe ye yên ku hêzên Cezîra ji destpêka îsal ve pêk anîne, fermandarê operasyonên Cezîra lîwa Qasim Mihemedî ji Diyaruna re got.

Operasyon bi piştgiriya zilmên êlan, hêza asmanî ya Iraqî û balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî tên pêkanîn.

Armanca wan dûvçûna endamên DAIŞ li deverên biyabanî ji Enbarê ye û ji bo "rêgirtin li wan ku van deveran bikar bînin ji bo xweveşartinê û amadekirina êrîşan li ser bajarên derdorê û yekîneyên serbazî", Mihemedî got.

Ew herwiha dixwazin sînorê navdewletî ewle bikin ji bo rêgirtin li xwedizekirina DAIŞ.

Ewlekirina deverên biyabanî

"Me operasyonên temşîtkirinê yên bikalîte li deverên biyabanî yên Firata Jorîn pêk anîne, di radiuseke bêtirî 100 kîlometran," Mihemedî got.

"Di yek ji van operasyonan de, em ber bi aliyê bakur ve bo 25 kîlometran ji bajarokê Qaimê pêş ketin," wî got, ku hîn di destê DAIŞ de ye.

Bi dehên çekdarên DAIŞ di her yek ji van pêngavan de hatin kuştin, wî got jî, û çek û kampên wan di bombebarankirina asmanî û bejayî de hatin wêrankirin.

Enbar, ku mezintirîn parêzgeha Iraqê ye, hevsînor e ligel Erebistana Siûdî, Urdun û Sûriyê. Deverên biyabanî yên berfireh lê ne ku digihin parêzgehên Selahedîn û Nînewa li aliyê bakur û Babil, Kerbela û Necef li aliyê başûr. Tevî berfirehbûna wê, hejmara xelkê lê kêm e, ku piraniya wan nêzîkî Çemê Firat bicih in.

Ewlekirina deverên wê yên berfireh bi hewceyî piştgiriyeke asmanî ya xurt e, Mihemedî got.

"Bi hêza me ya asmanî, em dikarin bi erkê xwe li beşekî mezin ji devera biyabanî, bi taybetî li derdora bingeha Esed (li bajarokê Bexdadî) rabin," wî got. "Lê deverên berfireh hene ku piştgiriyeke zêdetir wernagrin."

Ev yek "devera ku digihe Rutba, ku dijmin hewl dide ku bikar bîne ji bo bitevgerkirina hêzan û pêkanîna êrîşên li ser yekîneyên me, li xwe digre", wî got jî.

Rizgarkirina bajarên mayî yên Enbarê -- Anah, Rawa û Qaim -- "gaveke girîng" e û dê alîkariyê bike di paqijkirina deverên biyabanî de, Mihemedî anî ser ziman.

Li van bajarên, nêzîkî sînorê bi Sûriyê re, "çekdar kom dibin berî ku berê xwe bidin deverên biyabanî", wî got, anî ser ziman jî ku vegerandina wan û xurtkirina kontrola Iraqî li ser sînor "dê hemû deriyên derketinê li DAIŞ bigre".

Piştî serkeftina hêzên Iraqî li Nînewa û Enbarê, piraniya çekdarên DAIŞ pena li biyabana Enbarê wergirtin, ji ber ku ji wan re asantir e ku xwe veşêrin û xwe ji êrîşên asmanî biparêzin, endamê encumena parêzgeha Enbarê Ezal Fehdawî got.

"Ji encama vê yekê, karîn xwe rêk bixin û vê dawiyê êrîşan pêk tînin, bi taybetî li rêyên navdewletî yên ku [Iraqê] bi Sûriyê û Urdunê re girê didin," wî ji Diyaruna re got.

Hewlên bêtir pêwîst in

Hêzên ewlekarî dest bi kampanyayan kirin "ji bo girtina terorîstên li deverên dûr li biyabanê û herwiha bicihkirina xwe ya serbazî xurt kirin ji bo rêgirtin li metirsiyên ku ew çêdikin", Fehdawî got.

Di kûrahiya biyabanê de, hêzên ewlekarî benzînxaneyên demkî dîtin ku çekdarên DAIŞ bikar tînin ji bo tijekirina tankên xwe dema ku di devera biyabanî de digerin, fermandarê operasyonên Enbarê lîwa Mehmûd Felahî, got.

Hêzên Iraqî ev benzînxane bi temamî wêran kirin, wî ji Diyaruna re got.

Lê belê, hewlên bêtir pêwîst in ji bo ewlekirina rûberên berfireh ji biyabanê ku di parêzgehê de ne, qayimeqamê Rutba Îmad Duleymî got.

Operasyonên serbazî bi tenê ne bes in "ji bo jinavbirina şanên terorîst li biyabana berfireh a Enbarê", wî ji Diyaruna re got.

"Ewlekirina biyabana Enbar erkekî zehmet û kompleks e," wî got. "Hîn gelek kar li pêşiya welat e daku were temamkirin, bi taybetî ji ber ku karînên berdest sînordar û ne gelekî bibandor in."

Ewlekirina biyabanê dê çavdêriya berdewam bi helîkopteran ligel piştgiriya lojistîk û nobedariyên berdewam di kûrahiya biyabanê de li xwe bigre, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500