Nûçeyên Iraqê

Artêşa Iraqî deverên bêtir li Mûsilê kontrol dike

Hêzên Iraqî li rojavayê Mûsilê li hember "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) pêş dikevin, dezgehan kontrol dikin û êrîşî taxên nû dikin, Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqî roja Pêncşemê (30ê Adarê) got.

"Artêşê ala Iraqî li ser gelek avahiyan bilind kiriye, herî girîng ji wan Silo Plant, Rêveberiya Parastina Tenduristî û avahiyên xizmetguzariyê li Bajarê Kevnar di dilê rojavayê Mûsilê de," berdevkê fermandariyê emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

"Hêzên me sê kîlometran li Nehrewan pêş ketine û ziyanên giran gihane DAIŞ, herî kêm 10 terorîst kuştin û otombîlên wan wêran kirin," wî got.

Hêzên Iraqî herwiha 11 endamên DAIŞ girtin ku xwe di nava xelkê xwecihî de li rojavayê Mûsilê veşartibûn, berdevkê Wezareta Hundir emîd Saed Maen got.

"Hinek ji wan destê wan di kuştin, îşkencekirin û gelek tawanên li dijî xelkê ku alîkariya hêzên ewlekarî kiribûn di naskirina cih, destnîşankirin û piştre girtina wan de pêk anîbûn," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500