Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Hêzên Iraqî ber bi asêgeha dawî ya DAIŞ li Mûsilê ve pêşve diçin

Diyaruna û AFP

Hêzên Iraqî di nav bajarê kevin de li rojavayê Mûsilê pêş dikevin weke beşekî ji operasyona wan li dijî aêsgeha dawî ya DAIŞ li bajar, hişyariyê didin sivîlan û bang li çekdaran dikin ku xwe radest bikin. [AFP]

Hêzên Iraqî roja Duşemê (19ê Hezîranê) kûrtir bo nav Bajarê Kevin ê Mûsilê pêşve çûn, ku beşê dawî yê bajar e ku hîn di destê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de ye.

Piştî operasyoneke çend-mehî, yekîneyên serbazî yên hevbeş ji Fîrqeya Destêwerdana Bilez, Polîsên Federal û Ajansa Dije-Terorê berbangê dest bi êrîşeke dawî ji bo vegerandina navçeyî kirin.

"Ev êrîş a hera kompleks e ji vê coreyê," berdevkê Firqeya Destêwerdana Bilez muqedem Ebdilemîr Mihemedawî ji Diyaruna re got. "Meydanên şer tije sivîl in, û şer ji mal heta maleke din tê kirin ji ber kolanên teng."

"Tevî vê yekê jî, em pêşketineke hander pêk tînin," wî got. "Hêzên me hêla berevaniya sereke ya çekdaran li derdora navçeyê wêran kirin, û ji sê mihweran ve derbasî wê bûn -- ji bakur, rojava û ji başûr."

Hêzên Iraqî li Bajarê Kevin pêş dikevin piştî rizgarkirina taxa Şîfa ji "Dewleta Îslamî". [Wêne ji Polîsên Federal ên Iraqî]

Hêzên Iraqî li Bajarê Kevin pêş dikevin piştî rizgarkirina taxa Şîfa ji "Dewleta Îslamî". [Wêne ji Polîsên Federal ên Iraqî]

Hêzên Iraqî kolana Farûq û mizgefta Hadîn li Bajarê Kevin vegerandin, berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş Emîd Yehya Resûl, got.

Heta niha hejmarek ji çekdarên DAIŞ hatine kuştin, wî ji Diyaruna re got, di nav wan de "Ebû Bekir Misrî, lîderekî bilind di grûpê de, hebû".

Hişyarî bi rêya dengvederkan

Hêzên Iraqî çend erebeyên Humvee ku dengvederk li pişt wan in nêzîkî Mizgefta Mezin li rojhilatê Mûsilê yê rizgarkirî, li beramberî Bajarê Kevin ku cihê dawî yê DAIŞ li wir e, bicih kirine.

Dengvederk nameyan bi dengê bilind arasteyî çekdarên DAIŞ dikin, ji wan re dibêjin: "Tenê ev bijarde li pêş we ne: an teslîmbûn an jî mirin."

Name herwiha ji sivîlên li Bajarê Kevin re tên gihandin, û ji wan re dibêjin ku hêzên Iraqî "ji bidawîanîna êşa we nêzîk bûne", AFP ragihand.

Dawiya Yekşemê, hêzên Iraqî nêzîkî 500,000 belavok li ser bajar belav kirin, ew hişyar kirin ku wan "dest bi êrîşkirinê li ser wan ji hemû aliyan ve kirine".

Belavokan sivîl şîret kirin ku "xwe ji cihên vekirî dûr bixin û... her derfeteke ku di dema şer de derkeve bikar bînin" daku birevin.

Sivîl weke mertalên mirovî tên bikaranîn

NY got dibe ku DAIŞ bêtirî 100,000 sivîl weke mertalên mirovî li Bajarê Kevin girtiye.

"Nêzîkî 300 çekdarên DAIŞ xwe li malên xelkê asê kirine" li Bajarê Kevin, Mihemedawî got.

Çar korîdorên ewle ji sivîlên ku hîn asêmayî ne hatine vekirin, wî got, lê "dijmin dudil nabe ku niştecihên ku direvin bi agirê top û fîşekan bike armanc".

"Çekdarên [DAIŞ] îdamkirinên komî li dijî çendîn malbatên aware pêk anîn daku niştecihên mayî bitirsînin û wan neçar bikin ku li mal bimînin," wî got.

Wan herwiha gelek sivîl di nav malekê de girtine, û wan weke awayekî xapandinê ji bo kişandina hêzên Iraqî bikar tînin, wî got.

"Ev tektîk niha naskirî bûye, û em bi haydarî pêre mameleyê dikin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500