Nûçeyên Iraqê

Xwekuj 51 kesan nêzî bajarokekî Sûrî ku ji DAIŞ hatine vegerandin dikuje

Xwekujekî êrîşî çekdarên opozisyona Sûrî derveyî bajarokê Babê roja Înê (24ê Sibatê) kir û 51 kes birîndar kirin û gelekên din jî birîndar kirin, li gorî AFP.

Êrîş tenê çend saatan piştî ku çekdarên opozisyona bi piştgiriya Turkiyê êrîşî bajarokê di kontrola "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) kirin.

Êrîşker wesayiteke tijî teqemenî derveyî navendeke fermandariyê li gundê Sûsyan, heşt kîlometran dûrî rojhilatê bakûrê Babê, teqand, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Tu alî êrîş negirt stûyê xwe, lê belê çekdarên opozisyonê lewma DAIŞ, ku berxwedaneke xurt li Babê bo hefteyan pêk aniye, kirin.

Fermandarê Meydanî Ebû Cafar yê Fewca Mutasim got ku çekdarên opozisyonê, leşkerên Turk, û sivîl ji Babê bang ji bo civînek li gundê Sûsyan kirin "daku amûreke ewlekariyê rêk bixin û planekê bo avakirina Babê deynin".

"Ev agahî gihişte şaneyên DAIŞ yên razayî, û otombîleke bombekirî amade kir" û li derveyî Susyan nêzî 8ê sibehê teqeha, wî ji AFP re got.

Ji bilî wê, roja Înê du leşkerên Turk di êrîşekî xwekuj li Babê hatin kuştin, dema ku wan çavdêriya rêyan pêk tanî, Serokwezîr Binalî Yildirim got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500