Nûçeyên Iraqê

Turkiyê dibêje ku "100 çekdarên DAIŞ" li Babê li Sûriyê mane

Turkiyê roja Çarşemê (22ê Sibatê) got ku kêmtir ji 100 çekdarên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) hîn li bajarokê Babê mane, li gorî AFP.

Wezîrê Berevaniyê Fikrî Isik got ku nîvê bajarok di destê hêzên Turk û çekdarên hevbendiya opozisyona Sûrî de bû, medyaya deverî ragihand.

"Em texmîn dikin ku kêmtir ji 100" çekdarên DAIŞ li Babê mabin, Isik ji televizyona NTV re got. "Lê belê ew kesne gelek xeter in. Hin ji wan segvan in, û dibe ku hin ji wan xwekuj bin."

"Zêdetirî nîvê bajarok aniha di destê me de ye," wî got, nîşan da jî ku operasyona dorpêçkirina Babê "temam bû" dema ku hêz ji texekê bo taxekê dilivîn daku bajarok "paqij bikin".

Fermandarên opozisyona Sûrî li ser erdê ji AFP re gotin ku hêz rastî berevaniyeke xurt tên, ji ber ku DAIŞ nîşangiran bikar tîne û bombên çandî datîne.

Hevdem, birêveberê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov Ramî Ebdilrehman texmîn kir ku hêzên Turk û çekdarên hevbendiya opozisyonê bi tenê kontrola 25% ji Babê dikin, û nêzîkî 700 çekdarên DAIŞ hîn li wir çalak in.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500