Çekdarinan rojnamevaneke jin a Iraqî revand piştî ku wan xwe weke endamên hêzên ewlekariyê diyar kir û derbasî nav mala wê li Bexdayê bûn, AFP roja Sêşemê (27ê Kanûna Yekem).
Efrah Şewqî Hemudî roja Duşemê dora saet 10:00 şevê ji mala wê li taxa başûrî ya paytextê hatibû revandin, Ziyad el-Ecêlî, serokê Rewangeha Azadiyên Rojnamegerî, got.
"Heşt zilamên çekdar derbasî mala wê li Saediya bûn, bi cilên sivîl û weke endamên hêzên ewlekariyê xwe dan nîşandan", wî got.
"Kurê wê girêdan û mobayil ,kompyûter û pere dizîn beriya ku ew Efrah birevînin û birevin," wî got.
Raport ji aliyê jêderekî ji Wezareta hunder a Iraqî hat piştrastkirin, yê ku bi mercê eşkerenekirina nasnama wî axivî.
Hemudî, 43 salî ye, karmenda rojnameya Şerq el-Ewset bû, û herwha ew li hejmarek ji malperên nûçeyan, di nav wan de Eqlam dixebitî. Ew di rojnamegeriya lêkolîner û pirsên jinan de pispor bû.
Tîmeke hevbeş a ewlekarîyê û Istixbaratê hate çêkirin ji bo lêkolînkirina revandinê, Fermandariya Operasyonên Bexdayê roja Sêşemê got û daxwaz ji her kesekî ku agahî li bal wî hebin yekser serdana wan bike.
Serokwezîr, Heyder Ebadî revandina wê şermezar kir û ji ewlekariyê xwest ku hemû imkanên xwe têxin ger ji bo wê bibînin û berpirsyaran bişopînin.
Heft rojnamevan li Iraqê di 2016 de hatin kuştin , griupa azadiya çapemeniyê rêxistina Peyamnêrên Bêsînor hefteya borî got.