Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî şaneke terorî ya DAIŞ li Enabarê digirin

Şaneke terorî ji 12 endamên "Dewleta Islamî" (DAIŞ) li parêzgeha Enbarê îro Sêşemê (26ê Îlonê) hate girtin, serokê polîsê Enbarê, liwa Hadî Kesar Erzayc got.

Destê şanê di tawanin xeternak de hebû, di nav wan tawanan de îdamkirina endamekî polîsê û hemû endamên mala wî di mala wan de li bakurê Remadiyê berî du hefteyan, Erzayc di konferenseke çapemeniyê de ya ku li Remadiyê hat lidarxistin got.

"Di operesyonê de, me dest danî ser çekan, teqemeniyan, cebirxane û pereyan," wî got, wî anî ziman ku agahiyên ku ji aliyê welatiyekî ve hatin dabînkirin hiştin ku ew endamên şanê bigirin.

"Hêzên ewlekariyê pirsan ji endamên komê dikin daku hûragahiyan derbarê tawanên ku wan li dijî nişteciyên parêzgehê kirin bidest bixin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500