Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî rêya sereke ber bi Çemê Dicle ve kontrol dikin

Hêzên Iraqî rêya sereke di navbera taxa Nûr û Çemê Dicle li navenda Mûsilê kontrol kirin, Fermanderê Operasyonên Mûsilê Necemdîn Kerîm Cibûrî roja Sêşemê (20ê Kanûna Yekem) got.

"Kontrolkirina rêya sereke ya ku ber bi Çemê Dicle ve diçe şikestineke gelek mezin di nav pileyên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) çêdike û girûpê ji cîhana derve cuda dike," Cibûrî ji Diyaruan re got.

Hêzên Iraqî alaya Iraqê li ser şeş avahiyên hukmetê li taxên E'elam û Temîm û Belediyat li rojhilatê Mûsilê bilind kirin, wekî din jî şer li hemu eniyan dewam dike, wî got.

"Hêzên me ji aliyê jiyan û çekan ve xesarên giran gihandine DAIŞ," wî anî ziman.

Li Gogcelî, başûrê Mûsilê, polîsên Nînewa derengê Duşemê sê çekdarên "istixbaratên DAIŞ" girtin, Wezareta Hundir got.

"Palewanên Fewcê 1ê yên polîsê Nînewa sê çekdarên DAIŞ ku diî hewalgirya DAIŞ de li rojhilatê Mûsilê kar dikirin girtin," emîd Saed Maen di daxuyaniyeke kurt de got.

"Ew li maleke niştecihî li Gogcelî hatin girtin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500