Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Xelkê Gogcelî ji tirsa DAIŞ xilas dibin

Xalid Ta'î

Malbatên Iraqî di 4ê Mijdarê de li nav Gogcelî dimeşin, piştî du rojan ji rizgarkirina gund ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" ji aliyê hêzên Iraqî ve. [Bulent Kilic/AFP]

Malbatên Iraqî di 4ê Mijdarê de li nav Gogcelî dimeşin, piştî du rojan ji rizgarkirina gund ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" ji aliyê hêzên Iraqî ve. [Bulent Kilic/AFP]

Xelkê gundê Gogcelî li qeraxa rojhilatî ya Mûsilê ku nû hatiye rizgarkirin ji Diyaruna re dibêjin ku ew rastî tadayî, zindankirinê û îşkencekirinê li ser destê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) hatine.

Di herdu salên ku DAIŞ gund dagir kir de , ku gund di 2ê Mijdarê de ji aliyê hêzên Iraqî ve hat rizgarkirin , xelkê got ku ew di tirsa zordariya girûpê de dijiyan.

"Em bi hefteyan ji malên xwe dernediketin ji ber ku em ji DAIŞ ditirsiyan. Ew tawankar bûn û kuştin li ba wan asan bû mîna vexwarina avê," Mehmûd Şukir, ku li taxa Projeya Avê ya Gogcelî dijî got.

"Wan tevger û azadiya me asteng kiribû û herkesê ku biya wan nedikir ew dikuştin, zindan dikirin û îşkence dikirin," wî ji Diyaruna re got.

"Jiyan di bin hukmê wan de tarî û bêreng bû," wî got. "Niha roja azadiyê derdikeve."

Hêviya bi pêşerojê

Şukir got ku ew hêvî dike ku vegere ser karê xwe weke şofêrê teksiyê.

"Bêkariyê rewşa me xirabtir kir," wî got. "Me hemû pereyên xwe yên hilandî xerc kirin û min tiştên li cem xwe firoştin daku bikaribin pariyê nan peyda bikin, lê niha di dawiyê de ez dikarin kar bikin û malbata xwe xwedî bikim."

Şukir got ku ew hîn nikare bawer bike ku devera wî hatiye rizgarkirin û DAIŞ "tiştek ji dema borî ye".

"Ez gelekî kêfxweş bûm, min li kolanan sema kir û min serê serbazan maç kir, û wan ligel min dîlan gerand," wî got.

Hêzên ewlekarî bi rêya spîkeran xelk hişyar kirin ku di mal de bimînin, wî got, lê ev nebû rêgir ku gelek xelk birijne kolanan û pêşwaziya serbazên rizgarker bikin.

Dema ku gund di destê DAIŞ de bû, çekdarên wê "em neçar kirin ku li mal bimînin", xelka Gogcelî Diya Ebdula got.

"Me nikarîbû derkevin ji bilî ji bo tiştên gelekî girîng û tenê dema ku nêrekî muherem ligel me be," wê ji Diyaruna re got. "Diviyabû em nîqabeke reş û ebayekî fereh li xwe bikin."

"Wan kar li ser me qedexe kirbû û me hest dikir ku em kêmî mirovan in," wê got jî.

Binpêkirinên DAIŞ berdewam bûn heta wê dema ku berî hêzên Iraqî wan bişkînin , welatiyekî ku xwe bi navê Bavê Macid da naskirin ji Diyaruna re got.

"Her dema ku nêzîktirî şikestinê dibûn, DAIŞ bêserûber dest bi topbarankirina malên xelkê kir, di nav de mala min, bi armanca azarkirina xelkê," wî got. "Ew di rewşeke bêhêvî de bûn û diherifîn dema ku hêzên me yên qehreman pêş ketin."

Hevahengiya ewlekarî

Xelkê piştgiriya hêzên Iraqî kir bi rêya pêşkêşkirina agahiyên derbarê cihên girûpê û veşargehên çekan û cebilxaneya wê, serokê encumena ewlekarî di encumena parêzgeha Nînewa de Mihemed Ibrahîm ji Diyaruna re got.

Vê piştgiriyê alîkarî di bidestxistina serkeftinê de kir, wî got.

"Agahiyên istixbaratî ji xelkê xwecihî weke zêrên hilandî bûn ku hiştin hêzên me bilez dijmin bişkînin," Ibrahîm got.

Gogcelî, ku xelkê wê nêzîkî 20,000 kesan e, xeta berevaniyê ya duyem a DAIŞ bû piştî ku wê bajarokê Bertela, nêzîkî 20 kîlometran li rojhilatê Mûsilê, ji dest da , wî got jî.

"Niha, rêya bo navenda Mûsilê ji gundewarên wê yên li aliyê başûrê rojhilat vekirî ye û hêzên me tenê pênc kîlometran ji navenda bajar dûr in," Ibrahîm got.

Dema ku hêzên Iraqî derbasî gundên Hod, Lezaga li aliyê başûrê Mûsilê bûn, "xelk li dijî DAIŞ rabûn û hejmarek ji çekdarên wê kuştin", endamê encumena parêzgeha Nînewa Ebdulrehman Wekaa ji Diyaruna re got.

Ji tirsa dubarebûna vê sînaryoyê li Gogcelî, DAIŞ li gundiyan teng dikir, ew ditirsandin, ceza dikir û zordarî li wan dikir, wî got.

"Lê ew biserneketin, û xelkê hevahengî ligel ajansên ewlekarî kirin û hemû agahiyên pêwîst dane wan ji bo serkeftina di şer de," Wekaa got.

Hukmê qanûnê vedigere

"Xelkê Gogcelî û deverên din ên rizgarbûyî kêfxweş in ku ji DAIŞ xilas bûn û ku hukmê qanûnê û hikûmetê hat vegerandin," Wekaa got.

"Kabûs bidawî hat," wî got jî.

Şerê rizgarkirina Gogcelî "asan û bilez" bû bi xêra hevahengî û alîkariya xelkê, berdevkê Ajansa Dije Terorê Sebah Numan ji Diyaruna re got.

"Me li hemû cihên dijmin da, heft êrîşkarên xwekuj kuştin û sê girtin," wî got. "Me herwiha pişkinîn li deverê pêk anîn ji bo piştrastbûn ku ew ji terorîstan vala ye û bi temamî hatiye ewlekirin."

"Babeta terorîzmê li Gogcelî nema," Numan got. "Armanca me ya bê rizgarkirina kenara rojavayî ji Mûsilê ye."

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Xwedê we bihêle!

BERSIV BIDE