Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî nêzî çemê Dicle yê li navendê Mûsil dibin

Hejmara bajêr û gundên vegerandî li eniya rojhilatê Mûsilê niha gehiştiye 31 cihan û hêzên Iraqî bi tenê çend kîlometran ji Çemê Diclayê li navenda Mûsilê bi dûr in, fermanderê Operasyonên Nîneweyê Necmedîn Kerîm Cibûrî roja Duşemê (12ê Kanûna Yekem) got.

Nêzî mehekê piştî destpêkirina operasyona Mûsil ji destê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ), aniha hêzên Iraqî kontrola 31 ji 86 taxan li rixê bajêr ê ku dikeve rojhilatiyê Mûsilê dikin.

"Aniha hêzên Iraqî kontorla Gogcelî, Yunis Sebawî, Erbîca, Semah, Şîşan, Sedam, Tehrîr, Emin, Buwêza, Selam, Intîsar, Qudis, Şiqeq, Eden, Bekir, Qadisya 2, Muharibîn, Seda, Qadisya 1, Zuhûr, Cedîdet Muftî, Berîd, Şêxiya, Mişraq, Murûr, Temîm, Felah, Mesarif û Nûr dikin," Cibûrî got.

"Ev tax 30% ji tevahiya Mûsilê pêk tênin, û şer li dar in ji bo bidestxistina pêşveçûnên zêdetir," wî ji Diyaruna re got.

"Em tenê sê kîlometran ji Çemê Diclayê yê li devera navenda bajar dûr in," wî anî ziman.

Zêdetirî 200 çekdarên DAIŞ di du rojên borîn de di pevçûnan de hatin kuştin anjî birîndar bûn, Cibûrî got.

Hevdem, YE got ku wê roja Duşemê balafireke ku bi alîkariyan barkirî ye ji xelkê Mûsilê re şand.

Balafira ku 40 tonên alîkariyan hilgdigre li Hewlêrê li bakûrê Iraqê daket û dê yekemîn balafir be ji çendên din ên ku ji aliyê koma 28-welatî ve hatine şandin, wê got.

Balafir 268 çadirên malbatan ku dikarin 1,400 kesî vebihewînin, û 3,000 betanî û lihêf ligel doşekên razanê, paketên dayiktiyê û pêdiviyên paqijiyê hildigre, YE got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Serkeftî bin!

BERSIV BIDE