Nûçeyên Iraqê

Hêzên asmanî yên Iraqî li dehan çekdarên DAIŞ li rojava didin

Fermandariya operasyonên hevbeş ên Îraqî roja Pêncşemê (8ê Kanûna yekem) got ku balafirên Iraqî li dehan çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ku piraniya wan biyanî bûn dan li nêzîkî sînorê bi Sûriyê re berî rojekê.

Wê piştrast kir ku êrîşên dijwar li herêma Qaîm li rojavayê welat ji aliyê hêzên asmanî yên Iraqê pêkhat hatibûn.

Fermandariya operasyonên hevbeş daxuyaniyek belav kir û tê de piştrast kir ku hêzên asmanî yên Iraqî du êrîş li herêma Qaîm ya di dest DAIŞ de roja Çarşemê pêk anîbûn, û got ku wan veşargehên ku ji aliyê endamên DAIŞ ve dihatin bikaranîn kirin armanc.

Ya pêşî di nehê sibehê de pêk hat û du avahiyên vehewandinê ku 25 kes piraniya wan biyanî bûn ku dibe ew êrişkarên xwekujî bûn kirin hedef, û ew çekdarên biyanî ji aliyê çekdarekî bi navê Ebu Miyesir el-Qewqazî (ji Qefqasê) dihatin birêvebirin,daxuyaniyê got.

Lêdaneke din di peywira duyemîn de di saet 9:55 sibehê de pêk hat, ku tê de avahiyeke vehewandina 30 ta 40 çekdarên DAIŞ, bi piranî jî biyanî bûn hat lêdan, wî got.

Berpirsên Îraqî, di nav wan de berdevkê Parlamentoyê Salim el-Jiburî, roja Çarşemê got ku bi dehan sivîl di êrîşekê de li ser bazarekê li Qaîm hatine kuştin anjî birîndar bûne.

Fermandariya operasyonên hevbeş êrîşa herêma bazarê mandele kir û got ku ew teqîn bi sedema otombîlekê bû û ne xuya ye ka ew ji aliyê DAIŞ ve ji bo armancên propagandayê hatiye bombrêjkirin an na.

Amaq, alaveke propagandayê ya DAIŞ e, vîdyoyek roja Çarşema borî belav kir ku dîmenên ji şêlubêla meydana bazarê tev laşên belavkirî li seranserê kolanekê û birîndarên dihatin dermankirin nîşan da.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500