Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Şêniyên Ferata Jorîn bixêrhatina hêzên rizgarker dikin

Xalid Taî

Şêniyên Anahê bi germahî pêşwaziya leşkerên Iraqî dikin dema ew derbasî bajarê li parêzgeha Enbarê dibin û ew ji destê ''Dewleta Îslamî" roja 21ê Îlonê vegerandin. [Hêzên Êlan hatiye girtin]

Şêniyên Anahê bi germahî pêşwaziya leşkerên Iraqî dikin dema ew derbasî bajarê li parêzgeha Enbarê dibin û ew ji destê ''Dewleta Îslamî" roja 21ê Îlonê vegerandin. [Hêzên Êlan hatiye girtin]

Li herêma Ferata Jorîn li parêzgeha Enbarê ya Iraqî, şêniyên gund û bajarokên nû hatine rizgarkirin bi xwarin, şêrînî û tiştên din ên derbirîna kêfxweşiyê pêşwaziya hêzên Iraqî dikin.

Roja 21ê Îlona hêzên êlan û yên ewlekariyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji Anahê derxistin, ku yek ji dawîn bajarên dagirkirî li rojavayê Enbarê bû.

Malbat li nava bajêr asê mabûn, û ew li wir rastî kêmbûneke xwarin û derman hatibûn û mafên wan ên bingehîn hatibûn binpêkirin, berpirsiyran got.

"Çaxê em gihiştin, malbatan alên sipî li ser malên xwe bilind kirin," eqîd Mûsa Hemed Senad, fermandarê hêzên êlên Ferata Jorîn, got. "Ew pir kêfxweş bûn û li benda gihiştina me bûn."

Hêzên Iraqî û yên êlan bajarê Anahê li parêzgeha Enbarê roja 21ê Îlonê rizgar kirin. [Hêzên Êlan hatiye girtin]

Hêzên Iraqî û yên êlan bajarê Anahê li parêzgeha Enbarê roja 21ê Îlonê rizgar kirin. [Hêzên Êlan hatiye girtin]

"Her çaxê ku dever hat ewlekirin, xelkê dest bi derketina ji malên xwe kir û bi germahî û kêfxweşî em himbêz kirin," wî ji Diyaruna re got.

Xelk jêdereke girîng a agahiyên hewalgirî ne

Senad got ku ji ber rûbera berteng a bajêr, şêniyan dizanî bingehên DAIŞ li kû ne, û ew alavekî baş bûn di alîkirina hêzên ewlekariyê di destnîşankirina cihê depoyên çekan, mînan û teqemeniyan de.

"Hinek teqemenî li dibistanan, bazaran û deverên giştî yên din haibûn bombrêjkirin," wî got.

Beriya şikestina DAIŞ, şêniyên li nava Anahê hêzên ewlekarî bi raportên bi dîqet li dor cihên rêxsitnê û berevaniyên wê zêde dikir, daku ew ji aliyê hêzên asmanî yên Iraqî û hevpeymaniyê ve bên bombebarankirin.

Van agahiyan alîkarî di wêrankirina karînên rêxistinê de kir û rizgarkirin hêsan kir, ku bi tenê sê rojan dom kir, û tu wendahî di nav sivîlan de nebûn.

"Yek ji şerên herî paqij, organîzkirî, û baş-pilankirî bû," Senad got. "Me bi dehên veşargehar wêran kirin û dora 40 terorîstan di pevçûnan de kuştin."

Wî got ku li gorî şêniyên deverê, hejmarek ji çekdarên biyanî tev malbatên xwe reviyane Qaîm di heyama operasyonên serbazî yên beriya destpêkirina êrîşê de.

Pêngava rizgarkirina deverên mayî

Fermandariya Operasyonên Cezîrê, Firqeya 7ê ya artêşa Iraqî û şervanên êlan di cenga rizgarkirina Anahê û gundên li nêzî wê de cih girtin.

"Aniha em çaverêya fermanên Fermandariya Operasyonên Hevbeş in bo em ji bo rizgarkirina bajarokên mayî yên Ferata Jorîn bikevin hereketê de, girigtirîn bajarok jî Rewa û Qaîm in," Senad got.

Şêniyên Anahê roleke mezin di vê serkeftina li bajêr de lîstin, endamê encumena parêzgeha Enbarê, Neîm Kiûd ji Diyaruna re got.

"Bêyî alîkariya wan û nêzîkatiya wan a erênî, şer bi vê lezbûnê û bê qurbanî di nav sivîlan de bidawî nedihat," wî got.

"Beriya rizgarkirina bajarê wan, xelkê agahiyên li dor DAIŞ didan hêzên ewlekariyê bi her rêyeke gengaz tevî xeterî ku vê yekê li jiyana wan û malbatên wan çêdikir," wî got.

Kiûd got ku vê yekê alîkariya hêzên Iraqî kir ku mînên ku DAIŞ çandibûn bibînin.

"Agahiyên ku wan dan jiyana leşkeran parast û rê da pêşketina artêşê û operasyonên lêgerînê ewletir kirin," wî got.

Şênî bo xaka xwe şer dikin

Kiûd got ku malbatên ku ji Ferata Jorîn ji aliyê DAIŞ ve hatin bêwarkirin xwedan destekdayîneke bi hêz bûn di vegerandina deverên xwe de.

Wî bal kişand ku di haletekê de, efserekî berê yên polîs û kurê wî bi xwebexşî şerê DAIŞ kirin, û li hember rêxistinê cengiyan heta ku ew bê cebilxane man.

Herdu mêr di gulebaranê de mirin.

"Xelkê bi hêz piştgiriya hêzên ewlekariyê kir," Rebah Bedewî Kerbûlî, serkêşê êla Kerebla, ya ku rol di şerê li dijî DAIŞ de dît, got.

"Em gelekî mafdar in ku bi karên bêwarên ji Ferata Jorîn yên ku bi xwebexşî tevlî şerê li dijî terorê bûn serbilind in," wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku wan şer kir bo derkirina DAIŞ ji xaka xwe û bedelên giranbuha dan, û ew ji şer re tî bûn, tevî hemû xeteriyan.

"Tiştê herî ji wan re girîn ew bû ku xaka xwe vegerînin û malbatên xwe yên asêmayî ewle bikin" wî got.

Kerbûlî got ku hêzên Iraqî bi germahî û kêfxweşî hatin pêşwazîkirin dema ku ew di rizgarkirina gund û bajarokên Ferata Jorîn de biser ketin.

"Bi peydakirina vê jîngehê, dê dubare terorê nikaribe cihê piyê xwe çêbike," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500