Nûçeyên Iraqê

Balafirên Hevpeymaniya nêvdewletî komên DAIŞ li Al Qaîm kirin armanja xwe

Di encama êrîşa Balafirên Hevpeymaniya navdewletî de herî kêm 20 çekdarên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ)hatin kuştin roja Înê (3'yê Hizêranê) li Anbarê navçeya Al Qaîm, Wezareta Karên Hundir got.

"Balafirên hevpeymanan Husayba Al Xerbiya ku wek cihekî bo hewandina komên DAIŞ ên ku ji Sûriyê dihatin bo Iraqê dihat naskirin armanj girtin " berdevkê wezaretê Emîd, Saed Maen ji Mewtinî re got.

"Agahiyên pêşî piştrast dikin ku herî kêm 20 terorist di encama êrîşa balafiran de hatine kuştin," wî got, anî ziman jî ku ji ber teqîna çek û cebilxaneyên ku komkirî bûn di wî cihî de agir çêbû û çend saetan piştî êrîşê berdewam kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500