Nûçeyên Iraqê

Herî kêm 20 çekdarên DAIŞê di êrîşên asmanî yên li bakurê Selahedînê de hatine kuştin

Êrîşên asmanî yên hevpeymaniya navdewletî asêgehên "Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞê) li el-Şerqat, li bakurê parêzgeha Selahedînê armanc girtin, herî kêm 20 çekdarên DAIŞê kuştin, polîsên Iraqî li Selahedînê Duşemê (13 Hezîranê) gotin.

"Balafirên şer ên hevpeymaniyê êrîşên asmanî li ser çend asêgehên DAIŞê li deverên el-Cerf û el-Sed li başûr û navenda el-Şerqat pêk anîn," berdevkê polîsan Hesen el-Mecmayî ji Mewtinî re got.

"Agahiyên destpêkê nîşan didin ku herî kêm 20 terorîst, di nav wan de biyanî jî, hatine kuştin." Wî got.

Çek û teqemeniyên cur bi cur ku hatibûn depokirin ew jî di wê êrîşa asmanî de hatin wêrankirin, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500