Nûçeyên Iraqê

Parêzgar: DAIŞ nêzîk li parêzgeha Selahedîn namîne

Hebûna "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li parêzgeha Selahedînê kêm bûye û bi tenê di rûbereke teng de maye, parêzgarê Selahedîn Ehmed el-Cibûrî êvara roja Sêşemê (26'ê Tîrmehê) got.

Nêzîkî tevahiya parêzgehê "aniha ewle ye û hebûna teroristên DAIŞ nema ye", el-Cibûrî di konferansekî rojnamevanî de got.

"Bajarê el-Şerqa dê armanca rizgarkirinê be," wî got. "Bi vegerana malbatên awarebûyî bo deverên rizgarbûyî, qonaxa avakirin û bînasaziyê de destpê bike.”

Herwiha li parêzgeha Selahedîn, di êrîşeke asmanî ya Iraqî de nih şarezayên teqmeniyan ên DAIŞ hatin kuştin, Wezareta Berevaniyê ya Iraqî roja Çarşemê (27'ê Tîrmehê) got.

“Bi piştgirêdan bi agahiyên îstixbaratî, hêza asmanî ya Iraqî roja Çarşemê êrîşeke asmanî li ser baregehên DAIŞ yên li el-Şerqat, li bakurê parêzgeha Selahedîn, kir ku DAIŞ ew weke kargeheke çêkirina bombeyan û bomberêjkirina otombîlan bikar tanî,” berdevkê wezaretê Emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

"Nih şarezayên teqemeniyan, ku biyanî û Ereb bûn, di êrîşa asmanî de hatin kuştin,” wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500