Nûçeyên Iraqê

Serokê NY û opozisyon banga agirbestekê li Helebê dikin

Emîndarê Giştî yê NY Ban Kî-moon roja çarşemê (7ê Kanûna Yekemê) daxwaza agirbestekê li bajarê Helebê yê Sûrî kir daku alîkarî bigihin sivîlan, AFP ragihand.

"Piraniya xizmetguzariyên esasî, nexweşxane, klînîk û çavkaniyên av û xwarinê ji bajar qut bûne. Ev krîzeke mirovî ya xeternak e," Ban got.

Li hember êrîşa rejîmê û alîgirên wê, şervanên opozisyonê ji Bajarê Kevin ê Helebê vekişiyan, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Rewangehê got ku çekdarên opozisyonê bi dirêjahiya şevekê ji deverên dawî yên Bajarê Kevin ku di bin kontrola wan de bû vekişîn piştî ku rejîmê taxên Bab Hedîd û Eqyul girtin.

Êrîşê tu nîşanên hêdîbûnê nîşan neda û bi dirêjahiya şevê rejîmê êrîşên giran li ser taxa Zebdiya û erdên din ên ku hîn di kontrola opozisyonê de ne li başûr-rojhilatê bajar domandin, Rewangehê got.

Êrîş bû sedema awarebûna bi kom a niştecihên rojhilatê Helebê û Rewangehê roja Çarşemê got ku herî kêm 80,000 ji malên xwe reviyane.

Çekdarên opozisyonê roja Çarşemê daxuyaniyeke hevbeş belav kirin ku ew tê de banga "agirbesteke yekser a pênc-rojî" li Helebê dikin.

Daxuyaniyê, ku nûnerên opozisyonê gotin ku ew ji aliyê tevahiya komên çekdar ên opozisyonê li bajar hatiye qebûlkirin, banga "derxistina sivîlên ku dixwazin derkevin" bo devera di dest opozisyonê de li bakûrê parêzgeha Helebê kir.

Amerîka û Brîtanya û Ferensa roja Çarşemê daxuyaniyeke hevbeş ligel Keneda û Almaniya û Îtaliya belav kirin û tê de banga agirbesteke bilez kirin daku alîkarî derbasî Helebê bibin.

Roja Çarşemê, biryar bû ku Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry danûstandinên nû ligel hemberê xwe yê Rûsî Sergei Lavrov li Elmanya derbarê rawestandina şer ncam bide.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500