Nûçeyên Iraqê

Opozisyona Suriyê ji bo şikandina dorpêça Helebê dest bi êrîşê kir

Şervanên opozisyona Sûriyê roja Înê (28ê Cotmehê) dest bi êrîşeke mezin li dijî hêzên rêjîmê kirin ji bo şikandina dorpêça ku mehekê dirêj kiriye li ser taxên di destê pozisyonê de li Helebê, AFP ragihand.

Komên opozîsyonê, di nav de hevpeymaniya Ehrar el-Şam, pêlên roketan bi ser rojavayê Helebê de ku di destê rêjîmê de ye barandin ku di encamê de herî kêm 15 sivîl hatin kuştin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Rewangehê ragihand ku pevçûnên dijwar li gelek eniyan li taxên rojava û başûrê rojavayê Helebê, ligel sê otombîlên bombekirî ku xaleke kontrolê li taxa Dahiyet Esed kiribu ermanc rûdane. amarên diyarkirî di van pevçûnan û êrîşên bombeyî tune ne.

Herwiha şervanên opozîsyonê cihên rejîmê li rojhilatê bajarê Helebê û parêzgeha beravî Laziqiyê, di nav wan de baregeha leşkerî ya Himêmîm armanc girt.

Komên opozisyonê " destpêka şerê ji bo şikandina dorpêça Helebê radigihînin", Ebu Yusif Muhajir, fermandarê leşkerî û berdevkê Ehrar el-Şam got.

Rewangehê got ku hêzên opozîsyonê bi dehan rokêt avêtine balafirgeha leşkerî ya Neyribê û firokexaneya navdewletî ya Helebê, û herwiha rokêt ji parêzgeha Idlibê avêtine asêgeha rejîmê Laziqiyê, di encamê de kesek hat kuştin û şeş birîndarbûn.

Di vê navberê de,Sekreterê Giştî yê NY Ban Ki-moon bang ji bo lêkolîneke yekser derbarê êrîşa Çarşemê li ser dibistanekê li Idlibê ku bin destê opozisyonê de ye kir ku ew bû sedema kuştina 22 zarokan , Berdevkî wê roja Pêncşemê got.

Ger bi mebest be, dê ev êrîş weke sûcekî şer bê hejmarkirin " Ban di daxuyaniyekê de got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500