Nûçeyên Iraqê

UNCIEF: 22 zarok di êrîşên asmanî li ser dibistaneke Sûriyê de hatin kuştin

Êrîşên asmanî yên ku li dibistanekê li parêzgeha Idlib a Sûriyê a di bin kontrola opozîsyonê de dan 22 zarok û şeş mamoste kuştin, ajansa NY a zarokan UNICEF roja Çarşemê (26ê Cotmehê) got.

"Ev trajedya ye. Ev binpêkirineke mezin e. Û eger enqesd be, ev tawaneke şer e," rêveberê UNICEF Anthony Lake got.

Balafirên şer şeş êrîş li ser gundê Has pêk anîn, êrîşî avahiyeke dibastenekê têde kirin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Lake got ku avahiya dibistanê "gelek caran rastî êrîşan hat", anî ziman jî ku dibe ev kujertirîn êrîş li ser dibistanekê be ji destpêka şerê ku ji bêtirî pênc salan destpê kiriye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500