Nûçeyên Iraqê

Rejîm li Helebê pêş dikeve di dema ku NY hişyariya "goristana mezin" dide

Bi sedan ji hêzên taybet ên rejîmê ber bi rojhilatê Helebê ve çûn roja Pêncşemê (1ê Kanûnê), piştî ku NY hişyarî da ku bajêr di metirsiya ku bibe "goristaneke mezin" de ye, AFP ragihand.

Piştî kontrolkirina bakurê rojhilatê bajar, hêzên rejîmê 40% ji axa ku demekê di bin destê opozisyonê de bû li Helebê kontrol dike, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

"Rejîm li ser beşa mayî ya rojhilatê Helebê ya ku di destê opozîsyonê de ye tengtir dike," serokê Rewangehê Ramî Ebdilrehman got.

Bi sedên çekdarên Pasevanên Komkara Sûriyê û Firqeya 4ê li Helebê gihiştin Helebê roja Pêncşemê "weke amadekariyekê ji şerê kolanan re" li başûrê rojhilatê ku gelek xelk lê ne, wî got.

" Li ser erdê pêşve diçin, lê ji kemînan ditirsin ji ber pirbûna niştecî û çekdaran," wî got.

Hejmara dawî ya sivîlan niha zêdetirî ji 300 ye, di nav de 42 zarok, ji dema ku êrîş di 15ê Mijdarê de destpê kiriye.

Bi hezaran aware bûne bo taxên mayî di destî opozisyonê de li başûrê rojhilatê Helebê, hevdem 50,000 kesên din herikîne cihên ku di destê rejîmê an desthilatên kurdî yên xwecihî de ne, Rewangehê got.

Şanderê NY Stephen O'Brien roja Çarşemê bang li Encumena Ewlekariyê ya NY kir ji bo alîkariyê di şikandina dorpêça ser Helebê de, û bang li "wan kesên bibandor kir ji bo bi hêza xwe sivîlan biparêzin û gihiştina bo beşê dorpêçkirî li rojhilatê Helebê asan bikin berî ku bibe goristaneke mezin".

Xelk li bermayiyên xwarinê digerin, nexweşxane kar nakin piştî dubarebûna êrîşên serbazî û li gorî texmînan 25,000 kes ji rojhilatê Helebê bi rêyên revînê yên metirsîdar direvin ji roja Şemiyê ve, O'Brien got.

Hevpeymaniya Niştîmanî ya opozisyonê roja Çarşemê bang li Encumena Ewlekariyê di nameyekê de kir ji bo "avêtina pêngavên bilez û yekalîker ji bo parastina sivîlan li Helebê û rawestandina êrîşên hovane li dijî wan".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500