Nûçeyên Iraqê

Opozîsyona Sûriyê berevaniyeke tund li taxeke sereke ya Helebê dike

Çekdarên opozîsyonê berxwedaneke tund nîşan didin roja Înê (2ê Kanûnê) di demekê de ku hêzên rejîmê êrîşî taxeke sereke ya bajarê Helebê yê Sûriyê dikin, li gorî AFP.

Hêzên rejîmê vê hefteyê bakurê rojhilatê bajar kontrol kirin û çavê wan li kontrolkirina Şêx Seyîd bû, ku taxeke mezin e dikeve başûrê rojhilatê bajêr.

Lê çekdarên opozîsyonê berevaniyeke xurt bi dirêjahiya şevê li wir kirin, û destkeftiyên vê dawiyê yên rejîmê dîsa vegerandin, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

"Rejîm û çekdarên ser bi wê ve... xwestin ku vê taxê bi çi buhayî be bibin, ji ber ku kontrolkirina wê dê rê bide wan di armancgirtina hemû taxên mayî yê di bin destê opozîsyonê de," serokê Rewangehê Ramî Ebdilrehman got.

"Lê çekdarên opozîsyonê berxwedaneke gelekî tund nîşan dan, ji ber ku dizanin dê werin dorpêçkirin eger Şêx Seyîd ket," Ebdilrehman got jî.

Hêzên opozîsyonê careke din herî kêm 70% ji taxê kontrol dikin, wî got.

Hevdem, hevpeymaniyeke navdewletî ya ji bêtirî 200 girûpên civaka sivîl roja Pêncşemê bang li Komeleya Giştî ya NY kirin ku rêkarekê derbarê şerê Sûriyê bistîne.

Her 223 rêxistinan bang li dewletên endam di NY de kirin ku daxwaza Civateke Taybet a Bilez a Komeleya Giştî ya NY bikin "ji bo daxwazkirina bidawîanîna êrîşên neyasayî li Helebê û cihên din li Sûriyê, û pêgihiştina mirovî ya yekser û bêastengî daku alîkariyên rizgarkirina jiyanê bikaribin bigihin hemû kesên hewcedar".

NY roja Înê got ku nêzîkî 31,500 kesan ji malên wan li rojhilatê Helebê ku di bin destê opozîsyonê de ye ji 24ê Mijdarê ve reviyane, û UNICEF jî texmîn dike ku nêzîkî 60% ji wan, nêzîkî 19,000 kesan, zarok in.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500